22:18 17 Kanûn 2017
Zindî
    Amerîka HSDê perwerde dike

    ‘Amerîkayê piştgiriya xwe ya bo ASAyê birî, êdî tekane hevpeyman HSDê ye'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Hate ragihandin ku yekîneyên Arteşa Azad a Sûriyeyê (ASA) ya ku Amerîkayê birêve dibirin ku ji 180 kesî pêk dihatin û li herêma Tanfê şer dikirin hate betalkirin. Pispor dibêjin ku Amerîkayê piştgiriya xwe ya bo ASAyê birî û êdî tekane hevpeyman Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ye.

    Pisporê leşkeri yê li Sûriyeyê Hussam Şauyîb ji Sputnikêre ragihand û got, Amerîka bo piştgiriya ASAyê xeyalşikestî bûye.

    ‘AMERÎKA DÊ BI ASAyê RE YASAYÊN NAVNETEWÎ BINPÊ BIKE'

    Şuayîb diyar kir, "Em dibinin ku DAIŞ û rêkxistinên din ên ku di eniya şer de wendahiyên mezin dide, ji hela din ve Artêşa Sûriyeyê bi awayekî ji xwe bawer derbasî êrîşê bûye. Ji ber vê yeke hewcedariya Amerîkayê bi hevkarekî din heye.

    Şuayîb da zanîn ku tekane hevpeymanê Amrîkayê HSDê ye.

    Herwiha Şuayib eşker kir ku, biryara Amerîkayê ne têkoşîna li diji ASAyê ye. "Amerîka bi ASAyê re dixwaze rakêşiyeke din derxe. Rêveberiya Amerîkayê hewl dide hevpeymsanên Astana, Cenevre û Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê xira hilweşîne."

    ‘AMERÎKA JI BO KU HSD DIKARAE SÛRIYEYÊ JI HEV VEQETÎNE TERCÎH KIR'

    Ji hela din ve Şuayîb egerên hevpeymaniya Amerîkayê wiha diyar kir:

    Pisporên Sûriyeyî, "Ligel ku bi kurdan ve girêdayî bin jî HSD rêxistineke laîk e û li hemberî hikûmeta Sûriyeyê derdikeve û xwedan hêz in bakûrê Sûriyeyê ji veqetînin û kontrol bikin. Herwiha HSD da xuyakirin ku çawa ku Reqa kontrol kirin dibe ku cihên di deste DAIŞê bixe bin kontrola xwe."

    Bi heman mijarî:

    Ala Talabanî: Parlemento nikare Encûmena Kerkûkê ji kar bi dûr bixe
    Iraq: 300 jinên hemwelatî yên Tirkiyeyê yên bi DAIŞiyan re zewicî dê werin dersînorkirin
    Li ser civîna sibe ya civata parêzgeha Kerkûkê aliyên kurd xwedî helwestên cuda ne
    Di navbera artêşa Tirk û YPGê de şer derket
    WWF: Rîsk heye ku ji sê paran du parên popûlasyona giyaneweran ji holê rabin
    Etîketan:
    piştgiri, perwerdehiya leşkerî, ASA, HSD, Bakurê Sûriyeyê, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de