15:52 19 Hezîran 2018
Artêşa Tirkiyeyê - Sînorê Sûriyeyê

‘Tirkiye di nav salekê de 576 caran êrişî Efrînê kir'

© AFP 2018 / ARIS MESSINIS
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Gefên Tirkiyeyê li dijî Efrînê dewam dike. Herî dawî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan destnîşan kiribû ku divê Efrîn ji YPGê were paqijkirin. Divê naberî de di sala 2017an de Tirkiye 576 car êrişî herêma Efrînê kiriye, 70 firînên keşfe pêk anîne û li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî sewqiyata leşkerî bo Efrînê ya Tirkiyeyê dewam dike.

Artêşa Tirkiyeyê di 13 Cotmehê de bo herêmên kêmkirina rageşiyan li bajarê Îdlîbê ya Sûriyeyê derbasî, Îdlîbê bibû. Her çiqas hikûmeta Enqereyê eşkere dike ku ji bo herêmên kêmkirina rageşiyan leşkerên xwe şandine Îdlîbê jî, tê gotin ku Tirkiyeyê bi armanca mudaxale li Efrînê bike leşkerên xwe şandine.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha gelek caran eşkere kiribû ku divê Efrîn ji Yekîneya Parastin a Gel (YPG) were paqijkirin û rê nedinê ku kurd li herêmê statû bi dest bixin.

Li gorî daneyên ajansa ANHAyê Artêşa Tirkiyeyê di sala 2017an de 576 car li dijî Efrînê êriş, 70 firînên keşfê pêk aniye û li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî sewqiyata leşkerî bo Efrînê ya Tirkiyeyê dewam dike. Herwiha di encama van êrişan de zarokekî 14 salî jî di nav de 12 sivîl hatine kuştin, 21 sivîl jî birîndar bûne.

RÊVEBERIYA EFRÎNÊ BO GEFÊN TIRKIYEYÊ ÇI DIBÊJE?

Hat eşkerekirin ku amadekariyên li dijî operasyona mûhtemal bo Efrînê ya Tirkiyeyê ji aliyê Rêveberiya Rojava ve dewam dike. Hevseroka Konseya Birêvebirina Meclîsa Bakurê Sûriyeyê a Demokratîk Foza Yûsûf diyar kir ku li dijî operasyona Tirkiyeyê dê li ber xwe bidin.

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk dîsa Efrînê bombebaran kir
Gelo Tirkiye dikare operasyonekê li dijî Efrînê pêk bîne?
Hêzeke 1500 kesî ya ASAyê li rojavayê Efrînê bi cih bû
‘Tirkiye operasyona Efrînê beyî Rûsya û Sûriyeyê nikare pêk bîne'
Etîketan:
operasyon, êriş, YPG, Foza Yûsûf, Recep Tayyip Erdogan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de