22:31 17 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyona Ebû Kemalê

    Milîtanên DAIŞê yên ku hewl didan têkevine Ebû Kemalê hatine berteref kirin

    © AFP 2017/ STRINGER
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku artêşa Sûriyeyê û hevpeymanên wê milîtanên DAIŞê yên ku hewl didan têkevina Ebû Kemalê berteref kirin.

    Li gorî agahiyên ku fermandarekî qadê ji Sputnikê re ragihandine, piştî ku Artêşa Sûriyeyê ragihand ku navenda birêvebirinê hatiye kontrolkirin bi 2 roj şûnde milîtanên DAIŞê yên ku dixwestin têkevine Ebû Kemalê ji aliyê koalisyona ku Amerika pêşengiya wê dike de hatine berterefkirin.

    Heman serbazî diyar kir ku li nava bajêr pisporên bombeîmhakirinê li nava bajêr xebatên xwe didomînin û got, "Yekîneyên asegehê bombe û teqemeniyên li Ebû Kemalê bicih kirine tesbît dikin û berteref û îmha dikin."

    Artêşa Sûriyeyê piştî rizgarkirina Dêrezorê ya di 3ê mijdarê herêma dawî ya di destê DAIŞê de mabû Ebû Kemal jî di 9ê mijdarê kontrol kiribû. Bi vê yekê re DAIŞ bi tevahî ji Sûriyeyê hatibû bidûrxistin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê amerîkî: Koalîsyon beşdarî birêxistinbûyîna Pêşmerge dibe
    'Tundtûjî nema, asta pêvajoyê destpê kir'
    ‘150 çekdarên nêzîkî artêşa Tirkiyeyê bi malbatên xwe re tevlî HSDê bûn'
    Talebanî: Nabe Meclisa Bajêr a Kerkûkê were feshkirin
    Etîketan:
    berterfkirin, daiş, Ebû Kemal, Amerîka, Rûsya, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de