13:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Îranê

    Fermandarê Îranî yê herî nêzîkê Qasim Silêmanî hat kuştin

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 30

    Li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê ve yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku wekî dostekî nêzîk ê Qasim Silêmanî tê nasîn, hat kuştin.

    Li gorî agahiyên ajansên Îranê yek ji fermandarên Pasdarên Îranê Xeyrûllah Semedî, ku di heman demê de wekî dostekî nêzîk ê fermandarê Hêza Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî jî tê zanîn, li Sûriyeyê li navçeya Ebû Kemal a bi ser bajarê Dêra Zorê ve di encama êrîşên DAIŞê de mir.

    Xeyrûllah Semedî fermandarê Lîwaya Enar El-Mehdî bû, ku li Sûriyeyê bi artêşa Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer dike. Semediyê ku 48 salî ye, wekî dostekî herî nêzîk ê Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya bi Pasdarên Îranê tê nasîn.

    Bi heman mijarî:

    'Barzanî ji bo Qasim Silêmanî nameyeke nepenî şand'
    ‘Qasim Silêmanî şêwirmendê hikûmeta Iraqê ye û li dijî referandûmê xebateke mezin kir'
    Qasim Silêmanî li Dêra Zorê hat dîtin
    Bavê Qasim Silêmanî mir
    Qasim Silêmanî daxwazeke girîng ji Heyder Ebadî kiriye
    Mesûd Barzanî ji bo Qasim Silêmanî peyamek weşand
    Etîketan:
    hat kuştin, DAIŞ, Fermandarê Lîwaya Ensar El Mehdî, Xeyrûllah Semedî, Sûriye, Dêra Zor
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de