01:25 19 Kanûn 2017
Zindî
    Jinên Êzîdî

    HSDê li Dêra Zorê 8 Kurdên Êzîdî rizgar kirin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    NAvenda Ragihandinê HSDê raghand ku li bajarê Dêra Zorê yê Sûriyê 8 endamên malbateke Kurdên Êzidî ji destê çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku: "Şervanên HSDê li rojavayê Dêra Zorê malbateke 8 kesî ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin, malbat ji 5 zarok û 3 jinan pêk tê."

    Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê navçeya Şingal û derdora wê dagir kiribûn. Li gor daxuyaniyên fermî di encama êrişê de 6 hezar û 400 Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin. Tevî ku piraniya deverên Iraq û Sûriyê ku ketibûn destê DAIŞê hatine kontrolkirin jî, hê jî zêdetirî 3 hezar Kurdên Êzidî di destê DAIŞê de ne. HSDê jî di daxuyaniya xwe de piştrast kiriye ku hîn gelek Kurdên Êzidî li destê DAIŞê de mane.

    Encumena Leşkerî ya Dêra Zorê di 9ê Îlona 2017an de Operasyona Bagera Cizîrê li Şedadê ya li başûrê Hesekê û 2 aliyên din ji bo kontrolkirina bakur û rojhilatê Dêra Zorê û aliyê rojhilatê çemê Firatê ragihandibû ku neta niha jî operasyon berdewam dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Mîrê Şengalê: Di destê DAIŞê de 3400 keç û jinên êzîdî hene
    Keçeke êzîdî li Mûsilê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    DAIŞ 1400 zarokên êzîdî ji bo êrîşên xwekuj perwerde dike
    ‘3 hezar û 500 jinên Êzîdî di destên DAIŞê de ne'
    Yazdayê rizgarkirina jinên Êzîdî derewand
    Malbateke êzîdî li Reqqayê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    endam, malbat, êzîdî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de