13:43 18 Kanûn 2017
Zindî
    Balafir

    Rûsya: DAIŞ bi balafirên Tu-22M li Ebû Kemalê hate bombebaran kirin

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku sengerên DAIŞê yên li nêzîkî bajarokê Ebû Kemal ê Sûrîyê bi 6 balafirên Tu-22M yên stratejîk bombebaran kirine.

    Di daxuyaniya ku Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand de hat diyar kirin ku: "Di 18 Mijdar 2017an de, 6 heb balafirên stratejîk ên bombardûmanê Tu-22M, êrîş birin ser sengerên DAIŞê yên li nêzî bajarokê Ebû Kemalê yê bi ser herêma Dêra Zorê ve. Parastina balafira ya li qada hewayî Sûriyê ji aliyê balafirên Su-30SM ve hate kirin ku ji balafirgeha Hmeymîma Sûriyê rabûbûn.

    Di daxuyaniyê de hat aşkere kirin ku di encama êrîşê de gelek milîtan, teçhîzat û çek hatin îmha kirin. Daxuyanî weha berdewam dike: "Ji aliyê pergala kontrolê a bê teref ku bi navgînên taybet yên teknîkî kontrolê dike hat piştrast kirin ku hemû nîşanên ku hatine diyar kirin îmha bûne. Balafirên stratejîk yên rûsî, piştî ku wezîfeya xwe temma kirine vegeriyane balfirgehên xwe yên ku ji wan firiyane.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên koalîsyonê sivîlan bombebaran kirin: 10 kuştî
    Rûsya: Me bi balafirên Tu-22M3 li DAIŞê da
    Balafirên şer ên Tirk Qendîlê bombardiman dikin
    Rûsya: Bi balafirên Tu-22 û bi moşekên Kalîbr, me li terorîstên li Sûriyê da
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê sînorên Amediyê bombebaran kirin
    Rûsya: Bi 6 balafirên bombebaranê me li hedefên DAIŞê yên Ebû Kemalê xist
    Etîketan:
    êrîş, balafir, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de