17:33 18 Kanûn 2017
Zindî
    Telal Silo

    HSD ji bo Telal Siloyî: Bi destê îstîxbarata Tirkiyeyê winda bûye

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duh hatibû ragihandin ku Berdevkê HSDê Telal Silo xwe spartiye Artêşa Azad û ji wir derbasî Tirkiyeyê bûye. HSDê ew nûçe piştrast kir û ragihand, em wiha difikirin ku xweradestkirina Siloyî ji ber operasyoneke îstîxbarata Tirkiyeyê ku hinek endamên malbata wî jî tê de beşdar in."

    Di daxuyaniya HSDê de bûyer wek "wendabûna Berdevkê Fermî yê HSDê" hat binavkirin û wiha hat gotin: ""Ev mijar bûye rojeva gelek dezgehên çapemeniyê. Ji bo zelalkirina tişta ku çêbûye, wekî QSDê (HSD) em dibêjin ku Telal Silo tevî koma girêdayî wî, bi daxwaz û xwesteka xwe beşdarî QSDê bibû. Ew awayekî fermî wekî berdevkê QSDê hatibû peywirdarkirin û hetanî kêliya ku têkilî jê hate qutkirin jî li ser karê xwe bû."

    "SILO RASTÎ ZEXTAN DIHAT"

    Li gorî agahiyên ku HSDê di daxuyaniya xwe de dane, Silo di nav hêzên wan de xwedî rêzdarî bû û hemû erkên xwe pêk dianîn.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk îdîa kir ku Dewleta Tirkiyeyê zext û provakasyon li djî Telal Siloyî kiriye û herwiha "ew bi kuştina zarokên wî ku li Tirkiyeyê dimînin, tehdîd dikiriye".

    "LÊPIRSÎNÊ DEST PÊ KIRIYE"

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hat gotin ku "Divê were zanîn ku Telal Silo beriya niha ji ber zext û pirsgirêkên li pêş karê wî disekinîn, daxwaza îstîfayê kiribû. Ji ber vê yekê, em wiha difikirin ku ew bi destê istixbaratên Tirkiyeyê û hevkariya hin kesên ji malbata wî, winda bûye."

    Li gorî agahiyên ku duh çavkaniyên HSDê dabûn peyamnêrê Spûtnîkê re, Berdevkê HSDê Telal Silo duh bi şev li gel çend zilamên xwe bi tirimbêla xwe çûye Cerablusê û xwe spartiye komeke ASAya ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

    Bi heman mijarî:

    Du welatiyên kurd ji ber bilindkirina ala Kurdistanê hatin cezakirin
    Werzişvaneke bedew ji Kurdistanê kevneşpiyekê dişkîne (Wêne)
    Amerîka bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir
    Goran û Yekgirtûya Îslamî: Nabe welatiyên Kurdistanê baca şaşiyên berpirsyaran bidin
    Civîna komên Parlementoyê û hikûmeta Kurdistanê ya îro hat bipaşdexistin
    Herêma Kurdistanê ji bo erdhejê maseya krîzê ava kir
    Li Kurdistanê erdhejek çêbû: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    HSD, Telal Silo, TIRKIYE, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de