14:17 24 Mijdar 2017
Zindî
    Balafira Tu-22M3

    Balafirê şer ên rûsî çeperên DAIŞê yên li Ebû Kemalê bombardûman kirin

    © Flickr/ Dmitry Terekhov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku balafirên bombardûmanê Tu-22M3ê yên rûsî çeperên DAIŞê yên li bajaroka Ebû Kemalê ya Dêra Zorê bombebaran kirin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê 6 balafirên Tu-22m3ê ya menzîldirêj ji baregehên xwe yên ji Rûsyayê firiyane û çeperên DAIŞê yên li Ebû Kemalê bombebaran kirine.

    ​‘HERÊMÊN GIRÎNG, WESAYÎTÊN LEŞKERÎ Û PENAGEHÊN DAIŞê HATIN ÎMHAKIRIN'

    Balafirên rûsî yên ku ji ser Îran û Iraqê ve gihîştin Sûriyeyê, herêmên girîng, wesayîtên leşkerî û penagehên DAIŞê îmha kirin.

    ‘XISTINA HEDEFÊN KU HATIBÛN KIFŞKIRIN HAT PIŞTRASTKIRIN'

    Navgînên kontrolê yên bêalî piştrast kir ku hemû hedefên ku hatinbûn kifşkirin ji aliyê balafirên rûsî ve hatine xistin.

    ‘BALAFIRÊN SU-30AN PARASTINA BALAFIRÊN TU-22M3ê LI QADA HEWAYÎ YA SÛRIYEYÊ KIRIN'

    Divê navberî de balafirên nêçîrê Su-30ê ku ji baregeha Hmeymîmê ya Rûsyayê firiyan parastina balafirên Su-22M3ê kirin. Hate ragihandin ku balafirên Tu-22M3ê piştî bombardûmanê bi serkeftî vegeriyane baregeha xwe yê li Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Heşda Enbarê: 600 milîtanên DAIŞê xwe radestî hêzên YPGê kir
    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê wêneyên konvoyên DAIŞê yên li Sûriyeyê jê birin
    YPG malbatên Çeçenî yên tevlî DAIŞê bûne dişîne Rûsyayê
    DAIŞê frekansa radyo bi dest xist û propagandeya xwe kir
    Li Stenbolê 82 kesên ku ji bo DAIŞê şer kirine hatin desteserkirin
    Etîketan:
    menzîldirêj, balafir, DAIŞ, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de