18:07 23 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    Berdevkê Koalîsyonê ji bo HSD got: Em şirîkên xwe diparêzin

    © AP Photo/ Mindaugas Kulbis
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 6320

    Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon bi rêya vîdeo konferansê bi Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) re peywendî danî û pirsên rojnamegeran bersivandin. Dillon got: "Heger hûn bi DAIŞê re şer nakin û bi me ra ji bo heman armancê nexebitin; hûn nikarin piştgiriya hevpeymaniyê bistînin."

    Dillon di telekonferansê de pirsên rojnamegeran bersivandin û li ser pirsa rojnamgerekî ku got hin şervanên HSDê yên ku li Reqayê li dijî DAIŞê şer kiribûn derbasî Efrînê bûn û ji Dillon pirsî, Tirkiye dê li Efrînê operasyonê bike û ji bo vê tu planek heye an na ragihand ku di vê mijarê de tu agahiyeke wî tuneye.
    Dillon li ser pirsa rojnamegerekî ku got "berpirsiyariya koalîsyona navnteweyî heye ku hêzên kurd yên ku li dijî DAIŞê şer kirine biparêzê weha bersiv da: "Me berî niha jî nîşan daye ku em şirîkên xwe diparêzin. Li vê derê jî şirîkê me Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e. Ew jî kurd, êzidî, ereb, mesîhî ne ku ketine bin vî banî."

    Dillon li ser pirsa şervanên HSDê yên berî niha bi Amrîkayê ra beşdarî operasyonên DAIŞê bûne, lê ji bilî DAIŞê heke bi hêzeke din re şer bike berpirsiyariya koalîsyonê heye ku van jî biparêze wiha got: "Em dê şirîkên xwe yên ku bi DAIŞê re têkoşîn dan, biparêzin. Berî niha em bi ûnsûrekê re dixebitîn, lê vê ûnsûrê nexwest ku li herêma El Tanîfê bi DAIŞê re şer bike û di nav hewildaneke din da bû. Me bi wan re têkiliya xwe qut kir. Tişta ku dixwastin bişopînin ji ber ku tiştekî din bû, êdî piştgiriya kolaîsyona navdewletî negirtin. Ji ber vê çendê ji bo pirsa te ez dikarim bibêjim, heke hûn bi DAIŞê re şer nakin û bi me re ji bo heman armancê naxebitin; hûn nikarin piştgiriya koalîsyona navdewletî bistînin."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Koalîsyon: Serkeftina Mûsilê DAIŞê xelas nake, şerekî girantir li ber me ye
    ‘Koalîsyon li Reqayê fosfora spî bikar tîne, sivîl dimirin’
    Kosaçev: Dibe koalîsyon li Sûrîyê provokasyonan bidomîne
    Koalîsyon: Em kuştina Bexdadî nikarin piştrast bikin
    Amerîka: Koalîsyon piştgiriya îstixbarat û keşfê dide hêzên bakurê Sûriyê
    ‘Ger koalîsyon pêşî li êrişên Tirkiyeyê negre, em ê wan wekî hevkarê êrişan bihesibînin'
    Etîketan:
    nîşan, şer, operasyon, Ryan Dillon, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de