18:06 23 Mijdar 2017
Zindî
    Telal Silo

    Telal Silo xwe spart Artêşa Azad a Sûriyeyê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 46302

    Peymanêrê Spûtnîkê ragihand ku Berdevkê HSDê Telal Silo li gel tîmeke xwe çûye û xwe spartiye Artêşa Azad a Sûriyeyê.

    Li gorî agahiyên ku çavkaniyên HSDê dane peyamnêrê Spûtnîkê re, Berdevkê HSDê Telal Silo duh bi şev li gel çend zilamên xwe bi tirimbêla xwe çûye Cerablusê û xwe spartiye komeke ASAya ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

    Siloyî li nêzîkî xaeleke kontrolê ya HSDê ya nêzîkî Cerablusê tirimbêla xwe hiştiye û dûre jî li gel komeke ji zilamên xwe derbasî aliyê Cerablusê bûye.  Hat zanîn ku Silo berî xwe ji HSDê cida bibe, bi komên ASAyê re pêwendî kirine û piştî ku misogerî wergirtine, biryar daye xwe biçe nav ASAyê.

    Hêjayî gotinê ye ku berê jî çendîn caran nûçeyên ku Telal Silo ji nav refên HSDê veqetiyaye li ajansan belav bibûn û paşî nûçe ne rast derketibûn.

    Li gorî agahiyên HSDê, Silo ji bo lêpirsînê bo Dîlokê hatiye birin.

    Rayedarên HSDê ragihandiye ku dê îro daxuyaniyekê derbarê vê bûyerê de bidin.

    ​Herwiha hinek wêneyên Siloyî di medyaya civakî de hatin belavkirin ku tê îdîakirin, ên piştî radestkirinê ne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê bersiva berdevkê HSDê Telal Silo da
    Berdevkê HSDê Telal Silo dev ji karê xwe berda
    Telal Silo: Rizgariya Reqayê nêz e
    Telal Silo: Hêzên nû beşdarî operasyona Xezeba Firatê bûn
    Telal Silo:'Em ê Reqqayê jî wekî Şedadê rizgar bikin
    Etîketan:
    ASA, HSD, Telal Silo, Cerablus, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de