16:40 21 Mijdar 2017
Zindî
    YPG - HSD

    Milîtanan êrişî herêmên rizgarbûyî ku di destê HSDê de ye kir: 14 kuştî

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 89 0 0

    Operasyona Bagera Cizîrê ya derdora Dêra Zorê bi hemû lez û dijwariya xwe dewam dike. Milîtanên DAIŞê êrişî herêmên rizgarbûyî ku di destê HSDê de ye kir.

    Operasyona Bagera Cizîrê ya derdora Dêra Zorê bi hemû lez û dijwariya xwe dewam dike. Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi çekên giran êrişî herêmên rizgarbûyî ku di destê HSDê de ye kir, di êrişê de 14 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê her diçe ax û hêza xwe winda dike. Rêxistin ji bo vê têkçûna xwe veşêre bi çekên giran êrişî gundê El Şel û herêmên derdorê ku rojek berê ji aliyê şervanên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) rizgar bibû kirin. Şervanan bersiveke tund da wan û şerekî dijwar qewimî. Di pevçûnan de 9 terorîst hatin kuştin 3 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.

    Milîtanên DAIŞî li herêma Tenekê ku ji bîrên petrolê pêk tên êriş birin ser noqteyên HSDê. Li wir jî pevçûnên dijwar qewimîn, 5 terorîst hatin kuştin, wesayîtek hat rûxandin û wesayîtek jî hat desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li kanayên petrolê yên Dêra Zorê di navbera HSD û DAIŞê de şerê giran
    Salih Muslim: HSD bi Amerîka û Rûsyayê re di hemahengiyê de ye
    DAIŞê êrişî şervanên HSD kir: Şerê dijwar diqewime
    HSD: Em ê bajarê Reqqayê radestî Encûmena Sivîl bikin
    Tillerson ji ber rizgarkirina Reqayê HSD pîroz kir
    HSD: Hîn Reqa rizgar nebûye û şer dewam dike
    Etîketan:
    Operasyona Bagera Cizîrê, DAIŞ, HSD, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de