20:57 23 Hezîran 2018
Leşkerên Amerîkayê

Sûriyeyê bersiva wezîrê amerîkî Mattis da

© AFP 2018 /
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bersiv da gotinên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis û ragihand ku hemû leşkerên li welêt yên bê destûra rêveberiya Şamê wek ‘êrişkarî' nirxand. Wezaretê ji Amerîkayê daxwaz kir ku bi lezgîn leşkerên xwe ji welêt vekişîne.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê derbarê Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis ku gotibû, ‘Neteweyên Yekbûyî destûra Amerîkayê daye ku li Sûriyeyê şer bike û Amerîka heta hevdîtinên Cenevê encam nede dê leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin' daxuyanî da û diyar kir ku, "Hebûna leşkerên bê destûra rêveberiya Şamê ‘êrişkariye'. Ev yek ji bo hêza Amerîkayê jî derbas dibe.

‘AMERÎKA, BILA LEŞKERÊ XWE YÊN LI SÛRIYEYÊ VEKIŞÎNE'

Wezaretê destnîşan kir ku ev helwest serweriya Sûriyeyê û rêbazên Neteweyên Yekbûyî binpê dike û daxwaz kir ku bila Washington leşkere xwe yên li welêt vekişîne.

‘EM MAFÊ XWE YÊN BERSIVDAYÎNÊ DIPARÊZIN'

Wezareta Derve ya Sûriyeyê, destnîşan kir ku Amerîka bo welatê wan gef e û Rêveberiya Şamê mafê xwe yê bersivdayîna Washingtonê diparêze.

Mattis eşkere kiribû ku piştgiriyê didin herêmên kêmkirina rageşiyan a li Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî destûra Amerîkayê daye ku li Sûriyeyê şer bike.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Me soz nedaye ti kesî ku hêzên Îran piştgiriya wan dike ji Sûriyeyê vekişin
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê wêneyên konvoyên DAIŞê yên li Sûriyeyê jê birin
Sûriyeyê bangî NYyê kir ku hevpeyman 'tawanên xwe yên leşkerî' rawestîne
Hêzên Iraqî gihîştin ser sînorê Sûriyeyê
Pûtîn: Xebatên leşkerî yên tunekirina terorîstan li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçin
Etîketan:
amerîkî, leşker, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, James Mattis, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de