15:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Piştî şerê giran El Şel rizgar bû û 11 milîtan hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 65emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervanan li Dêra Zorê gundekî din ji destê DAIŞê rizgar kirin.

    Operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 65emîn de bi pêşengiya şervanên Yekîneya Parastina Gel (YPG) bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervanan gundê El Şel ku dikeve başûr rojhilatê Dêra Zorê ji destê DAIŞê rizgar kirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, şervanên YPGê derbasî gundê El-Şel ku dikeve başûr rojhilatê Dêra Zorê bûn û şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama şerê giran ê navbera şervanên YPG û milîtanên terorîst ê DAIŞê de gundê El Şel bi temamî hate rizgarkirin û 11 terorîst hatin kuştin.

    Di operasyona şervanên YPGê de wesayîteke çekhilgir a terorîstên DAIŞê hat rûxandin û gelek çek û cebilxane hat desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    YPG malbatên Çeçenî yên tevlî DAIŞê bûne dişîne Rûsyayê
    Li Kobaniyê di navbera YPG û artêşa tirk de şer derket
    YPG: Nabe ku em hejmara baregehên leşkerî û tirên çekan ên Amerîkayê şandine eşkere bikin
    Zêbarî: YPG nahêle Tirkiye û Iraq deriyekî nû vekin
    YPG: Îro yan sibe dê tevahiya Reqayê rizgar bibe
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de