01:22 24 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    ‘Ji ber neyartiya Tirkiyeyê em gefên wan cidî dibînin'

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 333 0 0

    Nûnertiya Rojava ya li Rûsyayê bersiv da pirsên ajansa Sputnikê û ragihand ku gefên Tirkiye yên li dijî Efrînê ji ber ku neyartiya kurdan dikin, cidî dibînin û helwesta Tirkiyeyê diyare ku li dijî mafê gelê kurd derkeve. Nûnertiyê destnîşan kir ku Rûsya ji nêz ve bi krîza Sûriyeyê ve eleqedar dibe û pêkanîna Kongreya Diyalogên Sûriye erenî dibînin.

    Nûnertiya Rojava li Rûsyayê li ser beşdarbûna hêzên kurdî bo Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna 14. a Klûba Nîqaşan a Valdayê anîtibû rojevê û biryar hatibû dayîn ku li bajarê Soçiyê ya Rûsyayê were lidarxistin, gefên Tirkiyeyê li dijî Efrînê, qoaxa piştî DAIŞê û krîza li Sûriyeyê de bersiva pirsên ajansa Sputnikê da.

    ‘KURD HERDEM JI BER HELWESTA TIRKIYEYÊ JI HEVDÎTINAN DÛR TÊN XISTIN'

    Nûnertiyê diyar kir ku, "Krîza sûrî piştî rizgarkirina Reqa derbasî qunaxeke nû bû, DAIŞ ber bi dawî ve diçe û rêya pirosesa diyaloga siyasî di navbera sûriyan de bi hemû rengên xwe û helwestên xwe vedibe. Em her dem alîgirê diyalogê bûn, û me dixwest krîza sûrî bi rêyên siyasî were çareserkin, lê mixabin her dem kurd ji diyalogên siyasî ji ber lawazbûna civaka navdewletî û beramberî helwesta dewleta Tirkiyeyê dihatin dûrxistin. Niha Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyeyê di rojevê de ye, em lidarxistina vê kongrê erênî dibînin û bi bitaybet beşdarbûna pêkhateyên civaka sûrî ya bi giştî gelek girîng e. Helwesta dewleta Tirkiyeyê diyare ku, ew li dijî mafê gelê kurd derdikevin."

    ‘PROJEYA ME BO SÛRIYEYÊ SÎSTEMA FEDARAL E'

    Weke ku tê zanîn kurd xwedan roleke mezinin di sûrî de û me dikarî di van salên kirîze de sîstemekê avabikin ku bibe mînak. Pirojeya me ji bo sûriya pêşerojê li ser bingeha avakirina sîstemek federal ku mafê gelên sûrî bi rengekî wekhev û adil biparêz û refaha civakî ji xwere esas bigre, dibînin. Em ji bo Sûriyeke Federal dixebitin. Em dibînin ji bo serkeftina vê kongreyê gerek rastiyên li ser erdê li ber çevan were girtin.

    ‘HIKÛMETA SÛRIYEYÊ JI PAŞVE GAV AVÊTIN'

    Li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûellîm ku gotibû em dikarin bi hêzên kurdan re xweseriyê gotûbej bikin Nûnertiya Rojava ya Rûsyayê destnîşan kir ku, "Me ev daxuyanî bi rengekî erênî nirxand, tevî ku dereng hatibû. Lê piştî vê daxuyaniyê, xîtaba rayedarên hikûmetê hatiye guhertin û wer xuyaye gav ji paş de diavêjin. Li ser vê mijarê Şewirmenda Beşar Esad, Buseyna Şaban daxuyakirin ku daxuyaniyên wezîrê wan şaş hatine fêmkirin û ew behsa ti otonomiyan nakin. Ev jî niyeta hikûmetê dide nîşandan."

    ‘EM TEHDÎDÊN TIRKIYEYÊ CIDÎ DIBÎNIN'

    Nûnertiya Rojava wiha pê de çû: "Em tehdîdê dewleta tirk cidî dibînin, ji ber dewleteke dagirkere û neyartiya gelê kurd dike. Efrîn wê were parastin heta dawî, hêzên me li Efrînê wê li ber xwe bidin û hêzên êrîşkar wê bersiva xwe bigirin."

    ‘KRÎZA LI SÛRIYEYÊ PIŞTÎ DAIŞê ÇARESER NABE'

    Nûnertiya Rojava destnîşan kir ku piştî qonaxa DAIŞê krîza li Sûriyeyê çareser nabe û wiha dewam kir: "Em jibîr nekin ku di sûrî de hêza yekem ku dikarî li dora xwe Ereb, Suriyan, Aşûr, Çeçen û pêkhateyên din bicivîne û sîstemek li ser bingeha biratiya gelan û hêzeke hevbeş ava bike em in. Di sûrî de krîz bi DAIŞê re bi dawî nabe, ji ber heta ku pirsgirêka sûrî çareser nebe wê alozî û nakokî her dewam bike. Amerîka û Rûsya jî ji nêz ve bi krîza sûrî re eleqederin. Bi dawî anîna DAIŞê nayê wateya ku krîz çareser bûye. Prosesa siyas, hevpeymana civakî, sîstemeke adil û federal, hilbijartin, penaber, ji nûve avakirin evana tev mijarên ku hewcedarê çareseriyêne û gerek civaka navnetewî bi berpirsiyariyên xwe rabe ta ku ev pirsgirêk çareser bibe."

    Bi heman mijarî:

    Dijberiya Sûriyeyê gundên Efrînê topbaran kirin
    ‘Tirkiye dixwaze 9 xalên leşkerî li nêzîkî Efrînê ava bike’
    Artêşa Tirkiyeyê herêma Efrînê topbaran dike
    Silêman Cafer: Tirkiye dixwaze tola DAIŞê ji Efrînê hilîne
    ‘Artêşa tirk li Keleha Sîmonê ya nêzî Efrînê bi cih bû'
    Etîketan:
    federal, sîstem, xweserî, krîz, diyalok, gef, Sputnik, Vladimîr Pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de