18:42 19 Nîsan 2018
    YPG-HSD

    Herema Sekeniyê hat kontrolkirin: 15 kuştî

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) herêma Medîne Sekeniyê ya girêdayî El Umer ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kirin.

    Operasyona kontrolkirina Bagera Cizîrê bi tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê YPG dike bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervanan herêma Medîne Sekeniyê ya girêdayî El Umer ji destê milîtanên terorîst ê DAIŞê rizgar kirin.

    Şervanên HSD di çarçoveya operasyona Bagera Cizîrê de herêma Medîne Sekeniyê ya girêdayî bîrên peterolê ku wekî El Umer tê naskirin rizgar kirin. Di rizgarkirina herêmê de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di şer de herî 15 milîtanên terorîst ê DAIŞê hatin kuştin, gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.

    Şervanên HSDê ku YPG pêşengiya wê dike meha borî bîrên petrolê yên herêma El Umerê ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kiribûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kobaniyê di navbera YPG û artêşa tirk de şer derket
    YPG: Nabe ku em hejmara baregehên leşkerî û tirên çekan ên Amerîkayê şandine eşkere bikin
    Zêbarî: YPG nahêle Tirkiye û Iraq deriyekî nû vekin
    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Medîne Sekeniyê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de