20:11 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hevdîtinên Cenevê yên ser Sûriyê

    Dîroka hevdîtinên Cenev-8ê diyar bû

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Buroya Cenevê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevdîtinên Cenev-8ê ku di bin çevdêriyên YNê pêk tên wê di 28ê Mijdarê de dest pê bikin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYê Staffan de Mîstûra piştî civîna 26ê Cotmehê ya Konseya Ewlekariyê ya NYyê ya bi rojeva Sûriyê ji bo hevdîtinên Cenevê gelekî danûstandin kirine.

    Hate gotin ku De Mîstûra di hevdîtinan de hem herêmî û hem jî bi rayedarên Ewropa, Amerîka û Rûsyayê re derbarê mijarê de gelek danûstandin kirine. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku danûstaninên Alîkarê De Mîstûra, Ramzy Ezeldîn ên li Riyadê bi dawî bûne.

    Di daxuyaniyê de nehate diyarkirin bê ka kî wê tevlî rûniştina cara 8an a Cenevê bibe, ku civîn wê li ser biryara bi hijmara 2254an a Konseya Ewlekariyê ya NYê ya sala 2015an a bi rojeva Sûriyê pêk were.

    Herwiha heta niha kurd ji bo hevdîtinên Cenevê nehatine vexwendin.

    Bi heman mijarî:

    Ji muxalefeta Sûriyê daxuyaniya ‘şandeya hevbeş’ bo Cenevê
    ENKSê rapora kurdan li Cenevê pêşkeşî şandeya Neteweyên Yekbûyî kir
    'Êrişa koalîsyonê ne tenê li dijî Sûriyeyê pêk hatiye, ev li dijî Cenevê ye jî'
    Nûnerên ASAyê tevlîbûna xwe ya Cenevê rawestandin
    Ozerov: Divê êrîşa hevpeymanîyê ya ser Sûriyê bibe mijara sereke ya Cenevê
    Etîketan:
    hevdîtin, Staffan De Mîstura
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de