10:13 13 Kanûn 2017
Zindî
    Şervanê HSDê

    DAIŞê êrişî noqteya YPGê kir: 18 milîtanên DAIŞê hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 40

    Pêşveçûna şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê di çerçoveya Pêngava Bagera Cîzirê de li Dêra Zorê dewam dike. Hate ragihandin ku HSDê gundê Elî Şahî rizgar kirin û êrîşa çeteyan a li ser gundê Tuyemî şikandine. Di encama şer de 18 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

    Hate diyarkirin ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama şerekî dijwar de gundê Elî Şahî ku 16 kîlometro dikeve rojhilatê bajarê Dêra Zorê ji rêxistina terorîst a DAIŞê izgar kirine û di encama şerê ku li gund qewimî de 5 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û erebeyeke doçka hat îmhakirin.

    Li aliyekî din ve milîtanên DAIŞê êrîş birin ser noqtayên HSDê yên li gundê Tuyemî yê dikeve rojhilatê bajarê Dêra Zorê. Li gorî haydariyên ji herêmê di encama DAIŞê û şervanên HSDê de şerek dijwar rû da ye. Hat eşkerekirin ku di encama şer de 13 DAIŞî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Bê hemdê xwe hejmara leşkerên Amerîkî yên ligel HSDê eşkere kir
    HSDê mezintirîn zeviya petrolê li Sûriyê kontrol kiriye
    HSDê gundek din rizgar kir: 9 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    5 emîrên DAIŞê xwe teslîmê HSDê kirin
    Koalîsyonê hejmara şervanên HSDê ku li Reqqayê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de