16:39 19 Sibat 2018
Zindî
    Kurd - Rojava - Dirbêsiyê - Al

    ‘Amerîka ji Sûriyeyê projeya xwe ya Kurdistanê dide destpêkirin'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Akademîsyen û pisporê rûsî Prof. Dr. Aleksandr Dugîn di hevpeyvîna xwe de ragihand ku Amerîka tekez piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike, lê dixwazin ji Sûriyeyê dest pê bikin.

    Akademîsyen û pisporê rûsî Prof. Dr. Aleksandr Dugîn di hevpeyvîna xwe ya kanala Haberturkê de got: "Amerîka tekez piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike, lê dixwazin ji Sûriyeyê dest pê bikin. Heke em bi Îran, Iraq, Tirkiye û bi Sûriyeyê re werin cem hev û pêşniyareke ku kurdan qanih bike pêşkêş bikin em ê bikaribin ewlehiya xwe saz bikin."

    Aleksandr Dugîn di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Nabe em guvaşan li nasnameya kurdan bikin. Çi qas em vê bikin wê herintêkevin destê Amerîka û Îsraîlê. Şerekî baş dikin, divê em nehelin bibin quqlayê emperyalîzma Amerîkayê. Divê Sûriye yekperçe bimîne û mafê hemû pêkhateyan were garantîkirin."

    ‘BARZANÎ JÎ ARMANCA AMERÎKA FÊHM KIR'

    Dugîn di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Niha Qeter û Erebîstana Siûdî li ber ketine ne û hemû qert di destê me de ne. Divê em spasiya Amerîkayê bikin û bi hev re bêjin ji Rojhilata Navîn here. Ev yekemîn rêya çareserî ya kurdên Sûriyeyê ye. Li gorî min Amerîkayê sedî sed piştgiriya serxwebûna Kurdistanê kir, lê ne li Iraqê li Sûriyeyê vî tişî dike. Amerîka li Sûriyeyê projeya xwe ya Kurdistanê dide destpêkirin. Barzanî ev fêhm kir. Ji xwe armanca Barzanî ne ragihandina serxwebûnê bû. Dixwest bi xurtî li ser maseya muzakereyan rûnê.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Em hebûna leşkerî ya Tirkiyê wek êrîşkarî û dagirkerî dibînin
    Pûtîn û Erdogan axivîn: Projeyên enerjiyê û Sûriye hat gotûbêjkirin
    Sûriye: Ji destpêka krîzê vir ve hilberîna petrolê 24 qet kêm bû ye
    Sûriye: Em Reqayê rizgarkirî nabînin
    ‘Sûriye bibe Konfederasyon dê pirsgirêkên welat çareser bibin’
    Etîketan:
    Amerîka ji Sûriyeyê projeya xwe ya Kurdistanê dide destpêkirin, Aleksandr Dugîn, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de