05:21 12 Kanûn 2017
Zindî
    Sûriye

    "Konferansa gelên Sûriyeyê dê destûra Sûriyeyê gotûbêj bike"

    © Sputnik/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyeke agahdar îro duşemê ragihand ku "konferansa gelên Sûriyeyê" ya ku meha bê dê Soçiyê dest pê bike dê destûra Sûriyeyê gotûbêj bike.

    Çavkaniyê ji Spûtnîkê re ragihand ku " peywir ew e ku dest bi sepandina biryara Encûmena Ewlekariyê a 2254ê bikin wek mînak dê lijneyeke destûrê bê civandin daku xebata destûra bingehîn bidin destpêkirin."

    Herwiha çavkaniyê diyar kir ku dibe, konferans meclisekî bilind ji bo xwe bibijêre daku li ser pêngavên paşê bixebite.

    Çavkaniyê destnîşan kir ku gotûbêjkirina hikûmeteke veguhêz ne giring e û wiha pê de çû: "Belkî divê ev neyê kirin daku rê li ber hilewşîna dewletê were girtin."

    Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyekê berî niha ji Spûtnîkê re ragihandibû ku "konferansa gelên Sûriyeyê" dê li bajarê Soçiyê ne li Himeymimê were lidarxistin û ihtimal heye ku di nîvê meha bê de were pêkanîn û hejmara beşdaran di navbera 1000 û 1300 kesî de be ku nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û gelek nûnerên dijberiyê dê tê de bin.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ew nezanên li Bakûrê Sûriye dê tu caran nikaribin dewletekê ava bikin
    Dibe plana herêma bê şer ya Sûriye yê nû ji ber YPGê pêk neyê
    Sûriye: Şerê kurda ya li dijî DAIŞê rewa ye
    ENKS: Kurd qebûl nakin Sûriye wek dewleteke ereb û misilman bê nasîn
    Kazakistan: Hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê di 4-5ê meha Tîrmehê de ne
    Sûriye hişyarî da Amerîkayê: Em ê bersivê bidin
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Etîketan:
    Himeymimê, Sûriye, Soçî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de