12:34 20 Hezîran 2018
Şervanên HSDê di dema rizgarkirina Reqayê de

"Washington dixwaze kurd tev li gotûbêjên Sûriyeyê bibin"

© AFP 2018 / Bulent Kilic
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Washingtonê roja şemiyê Nûnerê Taybet ê NYyê li Sûriyeyê Staffan de Mistura agahdar kir ku pêwîst e, kurd tev li gotûbêjên siyasî yên Sûriyeyê bin.

Malpera Eşerq El Ewsetê ya ku navneda wê li Londonê ye ragihand ku Washingtonê xwestiye kurd tev li gotûbêjan bibe û wiha ragihand: "Washingtonê roja şemiyê ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Staffan de Misturayî gotiye ku pêwîst e, kurd jî tev li gotûbêjên polîtîk bibin ku ev daxwaz dê Enqereyê hêrs bike li gel ku wezareta derve ya Tirkiyeyê şîret li dijberiya Hevpeymana Neteweyî ya Sûriyeyê kiribû ku bi erênî tev li civîna Himeymimê ya Rûsyayê bibin lê bi şertê ku Partiya Yekîtiya Demokratîk a kurdî ne tê de be."

Ji aliyê din ve, Nûnerê Serokatiya Rûsyayê li Sûriyeyê Alkesendar Lavrentiyevî îro di civîneke çapemeniyê de gotibû meseleya beşdarbûna kurdan di çareseriya Sûriyeyê de dê di rojên pêş de zelal bibe.

Bi heman mijarî:

Rodî Osman: Êrişa li ser Efrînê li dijî prensîbên Rûsyayê ye
Encamên operasyona Sûriyeyê yên ku Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê ji 13ê Cotmeha 2017
Leşkerên Amerîkî di şerê muhtemel ên bi Rûsyayê re mezintirîn astengiya eşkere kir
Li gor CNNê, di mudaxaleya hilbijartinên DYAyê de Pokemonan alîkarîya Rûsyayê kirîye
Abe: Îmzekirina peymana aştiyê bi Rûsyayê re di berjewendiya herdu welatan de ye
Herêma Kurdistanê li benda piştgirîya Rûsyayê ye
Etîketan:
Staffan de Mistura, Sûriye, Washington
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de