10:23 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kobanî

    Li Kobaniyê di navbera YPG û artêşa tirk de şer derket

    © AFP 2017/ STRINGER
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11

    Hat ragihandin ku li gundê Zormixarê yê ser bi Kobaniyê ve di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên artêşa Tirkiyeyê de şer derket.

    Li gorî malpera Rûdawê ku dispêre çavkaniyekî ji medyaya YPGê, hêzên artêşa Tirkiyeyê gundê Zormixarê yê bi ser Kobaniyê ve topbaran kir û li ser vê jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bersiva wan daye û li gel hêzên dijberî yên Sûriyeyê ketin şer.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên dijbereyê yên li wê herêmê, yên Mirtala Ferat in, li rojavayê Çemê Ferat bicih bûne û Tirkiye piştgiriya wan dike. Armanca topranê ev e ku navçeyên derdora Firatê ji xelkê vala bikin."

    Hêjayî gotinê ye ku herêma Cerablusê nêzîkî salekê ye di bin kontrola artêşa Tirkiyeyê de ye û herêma bombekirî ya gundê Zormixarê 35 kîlometroyan dikeve rojavayê Kobaniyê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şahoz Hesen: Efrîn ne kêmî Kobanî ye
    Fermandarê HSDê Roj Kobanî: Hindik ma Reqqa ji DAIŞê bê paqijkirin
    Kobanî û Qamişlo bar kir Amedê!
    ‘Artêşa Tirkiyeyê sînorê Kobanî derbas kir'
    Romana ‘Kobanî’ bi bernameyeke taybet hat nasandin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Sûriye, Kobanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de