19:15 25 Nîsan 2018
    Şervanê HSDê

    HSDê mezintirîn zeviya petrolê li Sûriyê kontrol kiriye

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêşketinên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarên rojhilatê Dêrezorê berdewam in û navçeya Rebîte û Îslah jî ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û mezintirîn zeviya petrolê li Sûriyê El Ûmer xistin bin kontrola xwe.

    HSDê li gundewarê Dêrezorê gelek serkeftin bi dest xisitne û li gorî fermandarên wan, ku piştî kontrolkirina bajarê Sor û zeviyê El-Umer, operasyona paqijkirina bermahiyên DAIŞê destpê kiriye.

    Hêzên Sûrya Demokratîk di serkeftinên xwe yên leşkerî de berdewam e û navçeya Rebîte û Îslah li rojavayê çemê Xabûrê li gundewarên Dêrazorê kontrol kirin û niha dest bi paqijkirina navçeyê ji mayinên DAIŞê dikin, Berdevkê Encûmena leşkerî ya Dêrezorê dibêje, ewê berê xwe bidin Bukemalê jî.

    Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Deham Meşhedanî wiha got: "Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk, me van navçeyan ji DAIŞê rizgar kir, îro jî navçeya Rebîte û Îslah hate rizgarkirin û niha hevalên me navçeyê bi temamî pak dikin. Di derbarê rojhilata Xabûr de jî, me ew jî heta zeviya El Ûmer ku mezintirîn zeviya petrolê ye me kontrol kir û emê berê xwe bidin Bukemalê."

    Niha mezintirîn zeviya petrolê li Sûriyê di destê HSDê de ye, ew jî zeviya El Ûmer e, di nav de kompaniyeke mezin a berhemanîna karebê jî heye, bi vê jî niha gelek bîrên petrolê ketine destê HSDê.

    Bi heman mijarî:

    5 emîrên DAIŞê xwe teslîmê HSDê kirin
    Koalîsyonê hejmara şervanên HSDê ku li Reqqayê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
    Generalê Sûrî: Ji ber mijarên girîngtir, hikûmetê hîn berê xwe nedaye HSDê
    HSDê li Dêrezorê zeviyê petrolê kontrol kir
    Trump: HSDê û hevkarên me bi awayekî serkeftî Reqqa şûnde girt
    Etîketan:
    zevî, petrol, HSD, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de