03:14 23 Nîsan 2018
    HSD-Reqa

    HSDê gundek din rizgar kir: 9 milîtanên DAIŞê hatin kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şervanên HSDê di Pêngava Bagera Cizirê de gundê El-Namliyah ji milîtanên DAIŞê rizgar kirin û di encama şerê rûdayî de jî 9 DAIŞî hatin kuştin.

    Di çarçevê Pêngava Bagera Cizîrê ku ketiye roja xwe ya 49emîn şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk te ji bo gundê El-Namliyah rizgar bikin duh bi şev operasyon dan destpêkirin.

    Hat diyarkirin ku piştî şerên dijwar HSDê gundê El-Namliyah ji milîtanên DAIŞê rizgar kirin. Hat ragihandin ku piştî rizgarkirina bajêr şervanên HSDê dest bi paqijkirina bajêr kirine.

    Di encama şerê duh bi şev heyanî saetên sibehê berdewam kir 9 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û li gorî agahiyên fermandarên HSDê 6 şervan jî can dane.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrişî şervanên HSD kir: Şerê dijwar diqewime
    HSD: Em ê bajarê Reqqayê radestî Encûmena Sivîl bikin
    Tillerson ji ber rizgarkirina Reqayê HSD pîroz kir
    HSD: Hîn Reqa rizgar nebûye û şer dewam dike
    HSD: Heta 2-3 rojan Reqa bi temamî paqij dibe
    Etîketan:
    DAIŞ, gund, YPG, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de