04:59 21 Nîsan 2018
    Leşkerên Amerîkî yên Koalîsyona Dijî DAIŞê li Iraqê

    Berdevkê Koalîsyonê: Têkiliya me bi Rûsyayê re zêde dibe

    © AP Photo / Marko Drobnjakovic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Ryan Dillon ragihand ku fermandarên paye bilind ên rûsî û amerîkî li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê civîn li dar xistine û têkiliyên di navbera her du welatan de jî berbi tunekirina DAIŞê ve zêde dibe.

    Dillon ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku têkiliya di navbera artêşên Rûsya û Amerîkayê di heyama ku hebûna DAIŞê tenê di navbera Dêra Zorê û Ebû Kemalê de maye, zêdetir dibe.

    Dillon diyar kir ku heta niha di navbera aliyan de 3 hevdîtin pêk hatiye û ya dawî jî di 10 rojên dawî de pêk hatiye û hevdîtinên rayedarên leşkerî yên rûsî û amerîkî li welatekî Rojhilata Navîn pêk hatiye.

    Dillon got: "Pirsgireka şer di navbera hevalbendê me Hêzên Sûriyeys Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de ku her diçin nêzî hev dibin tine ne. Xetên ragihandinê ya di navbera aliyan de, rojê çend car tên bikaranîn."

    ‘EM REWŞA LI ÎDLÎBÊ BI AKTÎF DIŞOPÎNIN'

    Dillon, derbarê rewşa Îdlîbê ku ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku bi Artêşa Sûriyeyê re şer dike û hêzên muxalîfên din ve tê kontrolkirin de daxuyanî da. Dillon eşkere kir ku koalîsyona navdewletî rewşa li Îdlîbê dişopîne û ev yek bandora neyînî li HSD û konseyên sivîl nake.

    ‘EM LI ÎDLÎBÊ HEVKARÎ BI RÛSYAYÊ RE NAKIN'

    Divê navberî de Dillon da zanîn ku operasyon li Îdlîbê pêk naynin û hevkarî li Îdlîbê bi Rûsyayê re nekirine.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye derbarê operasyona Îdlîbê de daxuyanî da
    Erdogan derbarê operasyona Îdlîbê de daxuyanî da
    'Rûsya Tirkiye û Îran çevdêr dişînin Îdlîbê'
    Lavrov: Em hêvî dikin ku peymana Îdlîbê li ser bingeha hiqûqî were çêkirin
    ‘Artêşa Tirkiyeyê îşev dikeve Îdlîbê'
    Etîketan:
    HSD, civîn, têkilî, Sputnik, Ryan Dillon, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de