10:45 27 Gulan 2018
HSD / Reqa

Koalîsyonê hejmara şervanên HSDê ku li Reqqayê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir

© REUTERS / Zohra Bensemra
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike li xwe mikur hat ku di operasyonên Iraq û Sûriyeyê de 786 sivîl hatine kuştin.

Koalîsyona navneteweyî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike di daxuyaniya xwe de got: "Li gorî agahiyên baregeha operasyonê di êrişên hewayî yên koalîsyonê de 786 sivîl bi şaşî hatin kuştin."

HEZAR Û 100 ŞERVANÊN HSDÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Herwiha koalîsyonê kuştiyên hêzên iraqî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî eşkere kirin. Li gorî texmînên koalîyonê di şerê Mûsilê de derdora hezar û 200 û hezar û 500 leşkerên iraqî hatin kuştin û dora 8 hezar leşker jî birîndar bûn. Di operasyona Reqqa û herêmên din de jî dora hezar û 100 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 3 hezar û 900 şervanên HSDê jî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

DAIŞê êrişî şervanên HSD kir: Şerê dijwar diqewime
HSD: Em ê bajarê Reqqayê radestî Encûmena Sivîl bikin
Tillerson ji ber rizgarkirina Reqayê HSD pîroz kir
HSD: Hîn Reqa rizgar nebûye û şer dewam dike
HSD: Heta 2-3 rojan Reqa bi temamî paqij dibe
HSD: Em ji PKKê cuda ne
Etîketan:
HSD, Koalîsyona navnetweyî, Reqqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de