20:17 23 Nîsan 2018
    Beşar Esad

    Esad li Şamê li gel Lavrentyev, nûnerê taybet ê Pûtîn civiya

    © REUTERS /
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat daxuyandin ku Nûnerê Taybet ê Serokayetiya Dewleta Rûsyayê li Sûriyeyê û serokê şandeya Rûsî ya hevdîtinên li Astanayê Aleksandr Lavrentyev li Şamê bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtin pêk anî.

    Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Dewletê ya Sûriyeyê Esad şandeya Rûsî ya di bin serokatiya Lavrantyev de qebûl kir.

    Herdu alî li ser serkeftiyên artêşa Sûriye yên li dijî terorîstan û pêvajoya amadehiyên Astana-7ê peyivîn.

    ‘ARMANCA ME GUHERTINA DESTÛRÊ Û HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYÊ YE'

    Beşar Esad anî ziman ku ew ê têkoşîna li dijî terorê bidomînin û ew dixwazin bi hemû aliyan re rêkeftineke neteweyî pêk bînin û piştgiriya polîtîkayeke diyalogê bikin. Esad ragihand ku armancên wan ên talî ew in ku destûrê biguherînin û hilbijartinên parlamentoyê li dar bixin.

    Rayedarên Rûsî jî derbirîn ku ew piştevaniyê didin herdu armancên Esad.

    Bi heman mijarî:

    Esad: Em li dijî hemû hewldanên perçekirina Iraqê ne
    Çavuşoglu derbarê hevdîtina Erdogan û Esad de daxuyanî da
    Pûtîn ji bo şkandina dorpêça Dêra Zorê Esad pîroz kir
    Wezîrê Berevaniya Rûsyayê bi Beşar Esad re civiya
    Pûtîn: Kontrolkirina Dêra Zorê tê wateya serdestiya hikûmeta Esad
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Sûriyeyê, Aleksandr Lavrentyev, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de