16:43 18 Hezîran 2018
Şervanê HSDê

YPG: Nabe ku em hejmara baregehên leşkerî û tirên çekan ên Amerîkayê şandine eşkere bikin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Nûrî Mehmûd Berdevkê YPGê, ku pêşengtiya HSDê dike, li ser pirsa "Rast e ku Amerîkayê 1500 tir alîkarî ji bo YPGê şandiye?' got, "Di warê çend tir çek şandine de em nikarin hejmarê bidin" û parast ku çekên ji bo wan hatine dayîn ‘hindik' in.

Hikmet Durgun

Berpirsê Peywendiyên Derve yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebdulezîz Yûnis ji bo Sputnikê diyar kir ku wan li herêma Dêra Zorê derbeyên giran li DAIŞê dane û got, DAIŞ li kuderê hebe, em ê li wir li dijî DAIŞê têbikoşin.

Piştî ku bajarê Reqqayê, ku ji aliye DAIŞê ve wekî paytext hatibû ragihandin, bi piştgiriya hêzên hevpeymanê yên bi pêşengtiya Amerîkayê ji aliye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve di encama operasyoneke 4 mehan de ji DAIŞê hat girtin, pankarta Abdullah Ocalan li navenda bajêr hat vekirin û bû sedema nîqaşan. Ligel van nîqaşan Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji bo Sputnikê axivî.

‘HINDIK MAYE KU DAIŞ JI ALIYÊ LEŞKERÎ BIQEDE'

Nûrî Mehmeûd, Berdevkê YPGê, ku pêşengtiya HSDê dike, piştî bidawîbûna operasyonê got, "Li Sûriyeyê terorîst li kuderê hebe, em ê li wir şer bikin." Mehmûd ev tişt gotin:
"Me li Reqqayê dawî li koka DAIŞê anî. Em ê niha jî rihê wê jê bigirin. Hindik maye DAIŞ li Sûriyeyê bi dawî bibe. Dibe ku hişmendiya DAIŞê heta demeke din berdewam bike lê ji aliyê de leşkeri ve hindik maye biqede."

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
© Sputnik / Hikmet Durgun
Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd

‘LI HERÊM Û CÎHANÊ MISYONEKE BAŞ A RÛSYAYÊ HEYE'

Mehmûd li ser nîqaşên di derbarê operasyonên ligel hêzên hevpeymanê yên bi pêşengtiya Amerîkayê de axivî û parast ku ew li dijî DAIŞê bi Rûsyayê re jî danûstandinê dikin û bal kişand ser girîngiya Rûsya ya li herêmê:

"Peywendiyên baş bi Rûsyayê re hene. Li gelek deran, bi taybetî li Efrînê çarçoveyeke stratejik hatiye pêkanîn. Li herêma Efrînê Rûsyayê, di dema operasyona Mertalê Firatê ya Tirkiyeyê de, derketina şerê di navbera me û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê de asteng kir. Rûsya dewleteke girîng e. Li herêmê û cîhanê misyoneke girîng a Rûsyayê heye. Em dixwazin bi Rûsyayê peywendiyên hîn baş deynin."

‘NABE KU EM HEJMARA BAREGEHÊN AMERÎKAYÊ Û ÇEKÊN KU DANE ME EŞKERE BIKIN'

Nûrî Mehmûd anî ziman ku peywendiyên wan ên li gel Amerîkayê ji rizgarkirina Kobanê û vir ve berdewam dikin û ji bo pirsa "Rast e ku Amerîkayê 1500 tir çek ji bo alîkariya YPGê şandine?' ev bersiv da:

"Biryara alîkariya çekan a Amerîkayê ji bo YPGê heye. Di warê hatina tiren çekan de em nikarin hejmarê bidin. Gava em çekên ji bo me û çekên ji bo Operasyona Mûsilê ji Artêşa Iraqê re hatine şandin bînin ba hevdu, çekên dane me gelekî sivik dimîne. Ez dikarim bibêjim hindik hatine."

‘HEVKARIYA ME YA STRATEJÎK BI AMERÎKAYÊ RE HEYE'

Berdevkê YPGê peywendiyên xwe yên bi Amerîkayê re ekî ‘hevkariya stratejîk' bin av kir û di mijara baregehên Amerîka yên li Bakurê Sûriyeyê de jî ev tişt gotin:

"Amerîka li cihên ku em lê dimînin, baregehên xwe diparêzin. Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê baregehên Amerîkayê hene lê hewce nake em hejmara wan bidin. Herwisa ev ne ew mijar e ku em eşkere bikin. Ne mijara me ye. Stratejiya şer berdewam dike. Di vê mijarê de em hevkariyê bi Amerîkayê re dikin."

‘BI SEDAN ŞERVANÊN BIYANÎ BEŞDAR BÛN'

Mehmûd di derbarê şervanên biyanî yên nava YPGê de jî axivî û ev zanyarî dan:

"Din ava YPGê bi sedan şervanên biyanî hene. Bi dehan kesan jî jiyana xwe ji dest da. Li dijî terorê û ji bo demokrasî û azadiyê şer dikin. Herî zede ji Iraq, Îran, Tirkiye û Ewropayê tên."

Her çiqas dîmenên Sputnikê yên di dema operasyonê de girtine, berovajiya wê nîşan bidin jî, berdevkê YPGê îdia dike k udi nava YPGê de şervanên zarok tune ne û got, "Şervanên zarok tune ne, ew tohmetan bêbingeh in, hemû ji 18 salî mezintir in. Li ser vê yekê biryara me heye. Cil û bergên ku xelkê sivîl li xwe dikin, dibin sedem ku ew jî wekî şervan were dîtin. Lê di rastiyê de ew cil û bergên YPGê li bazaran jî tên firotin. Ji ber ku sempatiya xelkê li hemberî wan heye, xelk diçin dikirin."

‘EM MILÎTANÊN BIRÎNDAR ÊN DAIŞÊ DERMAN DIKIN'

Mehmûd parast ku li herêmên kontrolê bi dest dixin îşkenceyê li milîtanên DAIŞê nakin, heta wan derman dikin û wisa berdewam kir:

"Em miameleya xerab, îşkenceyê li dijî ti kesan qebûl nakin. Gava milîtanên DAIŞê bi birîndarî dikevin deste me, em wan derman dikin. Pêdiviyên wan bi cih tînin. Paşê jî wan dikin girtîgehê. Em di derbarê kesên ku miameleya xerab li wan dikin de cezaya disîplînê pêk tînin."

Navekî din ê ji bo Sputnikê axivî jî, Berpirsê Peywendiyên Derve yê HSDê Ebdulezîz Yûnis e û wî jî îdia kir ku piştî Reqqayê Artêşa Sûriyeyê derbeyên giran li DAIŞê dane û ew ê giraniya xwe bidin Dêra Zorê.

Yûnis diyar kir ku sivîlên ji şer tên rizgarkirin xwe li wan digirin û îdia kir ku şervanên Ereb û Tirkmen jî di nava wan de hene.

Yûnis ragihand ku hêzên hevpeymanê yên bi pêşengtiya Amerîka piştevaniya xwe ya çekan ji bo wan didomînin û got, "Ji bilî hêzên hevpeymanê ti kes piştevaniya çekan nade me."

Berpirsên Peywendiyên Derve yê HSDê Ebdulezîz Yûnis
© Sputnik / Hikmet Durgun
Berpirsên Peywendiyên Derve yê HSDê Ebdulezîz Yûnis

‘EM HÊVÎ DIKIN WÊ JI AMERÎKAYÊ ZÊDETIR ÇEK WERIN'

Yûnis jî wekî berdevkê YPGê Mehmûd nexwest hejmara çekên ku Amerîkayê dane wan eşkere bike û got, "Pêwistiya me çi be wê dide me." Ebdulezîz Yûnis diyar kir ku nûçeyên li ser çapemeniya Tirk de tên belavkirin, ne rast in û ev tişt gotin:

"Amerîka li gorî pêdiviyên me çekan dide me. Ji bilî hêzên hevpeymanê ti kes piştevaniyê nade me. Lê hejmara ku medyaya Tirk dide ne rast e. Ne rast e ku em hejmara tiran bidin. Em hêvî dikin ku zêdetir çek werin, hêzên me hîn xurt bibin, herêmên din jî ji terorê werin paqijkirin."

‘GAVA AMERÎKAYÊ JI ASAYÊ ENCAM NEGIRT, LI GEL ME TEVGERIYA'

Berpirsê Peywendiyên Derve yê HSDê anî ziman ku di hevkariya li gel Amerîkayê de berjewendiyên hevpar hene û got:

"Berjewendiya Amerîkayê li gel me ye. Amerîka ji bo berjewendiya xwe li gel me ye. Amerîka beriya niha bi ASAyê re tevgeriya lê ti encam negirt. Ji Kobanê û vir ve em û Amerîka bi hevdu re tevdigerin û em herdu jî encamê digirin. Amerîkayê dît ku hêzên me baş şer dikin."

Bi heman mijarî:

'Erebistana Siûdî ji bo YPGê alîkarî şand'
Endamekî YPGê yê Brîtanî jiyana xwe ji dest da
Milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişî YPGê kirin: Di encama şer de 8 kes hatin kuştin
Di navbera YPGê û hêzên muxalîf de şer derket
YPGê bi vîdeoyekê bersiv da Amerîkayê
Etîketan:
Amerîka, Berpirsê Peywendiyên Derve yê HSDê, Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Nûrî Mehmûd, Ebdulezîz Yûnis, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de