21:03 23 Hezîran 2018
HSD - Reqa

Hîcazî: Rêveberiya Reqayê ket destê rêxistina ku posterên Ocalan bilind kiribûn

© REUTERS / Erik De Castro
Sûriye
Lînkê kurt
0 11

Cîgirê Serokê Konseya Wîleyeta Reqayê ku nûnertiya muxalîfên herêmî dike Muhammed Hîcazî ragihand ku dayîna birêvebirina bajêr bo Meclîsa Sivîl a Reqayê, dagirkirineke nû ye.

Hîcazî piştî kontrolkirina bajarê Reqayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ku hêza sereke ji YPGê pêk te û birêvebirina bajêr jî ku dan Mevlîsa Sivîl a Reqayê bo Sputnikê nirxand û got: "Em wek zarokên vê bajarî difikirin ku kontrola bajêr ji hêzek dagirker standin û dan hêzek din a dagirker ku postere Abdullah Ocalan vekiribûn."

‘AMERÎKA DIXWAZE REQAYÊ TEVLÎ PROJEYA CUDAXWAZ ÊN KURDAN BIKE'

Hîcazî destnîşan kir ku HSDê jî wek milîtanên DAIŞê li bajarê Reqayê li ser bermahiyên ereban serkeftinê pîroz kirin û wiha pê de çû: "Bajêr niha vala ye. Ji bo me ev dagirkirineke nû ye. Hewesa Amerîkayê ew e ku bajêr tune bike û tevlî projeya cudaxwaz ên kurdan bike."

Meclîsa Sivîl a Reqayê ku ji aliyê HSDê ve hat avakirin di îstîşareya, piştî DAIŞê dê bajêr çawa bê birêvebirin ya li Romayê di 29ê Îlonê de, nûnertiya bajêr kiribû. Rayedarên Wezareta Karên Derve yên Amerîka, NYê û Îtalya jî beşdar bibûn.

Bi heman mijarî:

Dîroknasê Tirk sedema wendakirina gorên Şêx Seîd, Seyid Riza û Seîdê Kurdî vegot
Li Afxanîstanê êrişa xwekujî: Herî kêm 30 kes can da
Rûsya: Pêşniyara civandina Kongreya Gelan a Sûriyeyê bi aktîf tê îstîşarekirin
Almanya: Em hêvî dikin dîsa Pêşmergeyan perwerde bikin
Erdogan bertek nîşanî posterê Ocalan da: Wê Amerîka vê çawa rave bike?
Etîketan:
HSD, Sputnik, Muhammed Hîcazî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de