15:08 25 Hezîran 2018
Rojava

Partiyên kurdî li Sûriyeyê ji bo gotûbêjan banga yekrêziyê dikin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Piştî daxuyaniya Şamê derbarê avakirina birêveberiyeke xweser ji kurdan re, partiyên kurdî li Sûriyeyê bang kir ku berî gotûbêjan li gel Hikûmeta Sûriyeyê bikin, yekrêziya xwe pêk bînin.

Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê ragihand ku "rejîm û aliyên din dixwazin li gel wan aliyan gotûbêjan bikin ku li Kurdistana Sûriyeyê hêz di destê wan de ye," û wiha dewam kir: Divê aliyên siyasî kêşeyên navbera xwe çareser bikin û tev li gotûbêjên li gel hikûmetê bibin."

Li gorî nûçeya RTyê ku sipêre Rûdawê, Endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ehmed Ece got: "Eger hemû alî li Kurdistana Sûriyeyê ne yek deng bin û gotûbêj bi serperiştiyeke navdewletî bi rê ve neçin, dê ti encam neyên bidestxistin."

Ji aliyê din ve, serkirdayetiyeke Partiya Çepgir a Demokrat Fazil Mûsayî ku partiya wî di bin sîwana birêveberiya xweser de ye got, "divê rejîm Sûriyeyê berî gotûbêjan bike, divê wê nas bike."

Serkirdeyê Partiya Demokrat a Pêşverû Hesen Cengoyî got: "Eger tenê yek aliyê siyasî tev li gotûbêjan bibe, wê çaxê dê helwesta wî qels be, lewra divê hemû alî beşdar bibin."

Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelimî meha borî gotibû, "damezirandina pergaleke xweser ji bo kurdan di çarçoveya (yekîtiya) sînorên Sûriyeyê de, dikare were gotûbêjkirin û nîqaşkirin."

Bi heman mijarî:

‘Rewşa 2 rêveberên PDK-Sê li girtîgehên Rojava di metirsiyê de ye’
‘Baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojava ne tiştekî veşartî ye'
Li Rojava akademîsyenek hat kuştin
LGBTÎyan li Rojava li dijî DAIŞê yekîneyek ava kir
‘Rêvebiriya Rojava dîroka hilbijartinê diyar kir'
Amerîka li Rojava hêzeke çekdar a mayînde ava dike
Tirkiye li sînorê Rojava dîwarekî din ava dike û hêza leşkerî bi cih dike
Ji artêşa Tirkiyeyê bo sînorê Rojava sewkiyata leşkerî
Etîketan:
Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê, Fazil Mûsa, Ehmed Ece, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de