08:45 23 Çile 2018
Zindî
    YPG - Operasyona Reqqayê

    HSD: Hîn Reqa rizgar nebûye û şer dewam dike

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hatibû îdîakirin ku Reqa ji aliyê HSDê ve hatiye rizgarkirin lê berpirsyarê çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mustafa Balli diyar kir ku tevahiya Reqayê ji DAIŞê nehatiye rizgarkirin lê şer li stadyûmê dewam dike.

    Hikmet Durgun

    Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku Reqa "bi tevahî ji DAIŞê hat paqijkirin" lê HSDê ev îdîa red kir.

    Li gorî agahiyên ku ji HSDya YPGê hêza wê ya sereke ye hatiye girtin, bajarê Reqayê hîn ji DAIŞê nehatiye wergirtin.

    Berpirsyarê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mustafa Balli debrarê mijarê de ji Spûtnîkê re axivî.

    Ballî destnîşan kir ku şerekî tund li Reqayê dewam dike û wiha pê de çû: Îdîayên ku tevahiya bajarî ji DAIŞê hatiye paqijkirin ne rast in. Ew nûçeyên bi vî awayî ne rast in. Şer li stadyûmê dewam dikin."

     

    Bi heman mijarî:

    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    REQA - 250 leşkerên Amerîkayê derbasî Sûriyeyê bûn
    Etîketan:
    HSD, YPG, DAIŞ, Mustafa Balli, reqa, Reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de