08:53 25 Mijdar 2017
Zindî
    Mistefa Bali

    HSDê li Reqqayê noqteyeke girîng a DAIŞê kontrol kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3820

    Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Reqqayê avahiya nexweşxaneyê ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de bû kontrol kir.

    Berdevkê HSDê Mistefa Balî di axaftina xwe de got: "Keleha dawî ya rêxistina terorîst a DAIŞê li Reqqayê Nexweşxaneya Neteweyî hat kontrolkirin."

    Mistefa Balî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku avahiya bexweşxaneyê hat kontrolkirin şer û pevçûn li derdora stadyumê berdewam dikin."

    Yek ji berdevkê HSDê Telal Silo jî du roj berê gotibû: "Şervanên HSDê ji bo tevahiya Reqqayê ji destê DAIŞê derînin dest bi operasyoneke dawî kirine."

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Heta 2-3 rojan Reqa bi temamî paqij dibe
    HSD: Em ji PKKê cuda ne
    HSD: Dîroka kontrolkirina Reqayê ragihand
    ‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
    HSD: Me sedî 70ê bajêr kontrol kir
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Mistefa Balî, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de