15:08 25 Hezîran 2018
YPG

Operasyon ber bi qedandinê ve diçe: 11 kuştî û 37 milîtan jî teslîm bûn

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê ya bi navê ‘Şehîd Ednan Ebû Emced’ ber bi qedandinê ve diçe. Di operasyonê de 11 DAIŞî hatin kuştin û 37 kes jî teslîm bûn.

Asta dawî ya operasyona kontrolkirina Reqqayê ku bi navê ″Şehîd Ednan Ebû Emced″ dest pê kiribû bi hemû heza xwe berdewam dike. Di şer û pêvçûnên li çerxerêya Neîm de şervanên YPGê derbeyên giran li DAIŞê dan. Di encamê de 9 milîtanên DAIŞê hatin kuştin û 12 milîtanan jî xwe teslîmî şervanan kirin.

Ji aliyê din ve li derdora nexweşxaneya Wetenî û stada Fotbolê jî şer û pevçûn dewam dikin. Li nexweşxaneya Wetenî 15 û li stada Fotbolê jî 10 DAIŞî xwe teslîm kirin. Li van deveran 2 wesayîtên bombebarkirî ku hewl dan  êrişî çeperên şervanan bikin, beriya ku bigihêjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin û herdû milîtanên di hundirê wesayîtan de hatin kuştin.

Bi heman mijarî:

Zêbarî: YPG nahêle Tirkiye û Iraq deriyekî nû vekin
YPG: Îro yan sibe dê tevahiya Reqayê rizgar bibe
YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
Etîketan:
DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de