20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    Milîtanên DAIŞê bi çekên giran êrişî YPGê kirin: Di encama şer de 8 kes hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona Bagera Cizîrê ya li hemberî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi hemû hêza xwe didome. Di şer û pevçûnan de 7 DAIŞî hatin kuştin.

    Operasyona Bagera Cizîrê bi pêşveçûna şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û bi serkeftinên mezin bi pêş dikevin. Milîtanên DAIŞê bi çêkan giran êrişî gundê Seat ê rizgarkirî ku dikeve başûrê bajaroka Siwer a li ser sînorê Sûriyeyê û Iraqê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPGê de şer derket û şer gelekî dirêj dom kir. Di encamê de êriş hat şikandin û 7 DAIŞî hatin kuştin û wesayîteke çekhilgir hat rûxandin.

    Herwiha DAIŞê êrişî mewziyên şervanên YPGê yên li Şirketa Cefir a petrolê kirin. Êriş ji aliyê şervanan ve hat şikandin. Li vê herêmê xwekujekî ku dixwest xwe di nava şervanan de biteqîne hat kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Zêbarî: YPG nahêle Tirkiye û Iraq deriyekî nû vekin
    YPG: Îro yan sibe dê tevahiya Reqayê rizgar bibe
    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de