19:40 24 Hezîran 2018
Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk

Parlamentoya Sûriyeyê: Em îşxala Tirkiyeyê şermezar dikin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Parlamentoya Sûriyeyê operasyona leşkeri ya artêşa Tirkiyeyê bo Idlîbê wekî îşxal bi nav kir û daxwaz dike ku artêş ji nav xaka wê vekişe.

Berdevkê Parlamentoya Sûriyeyê Hammude Sabah li bajarê Saînt Petersburga Rûsyayê di civîna Yekîtiya Parlamentoyan de axivî û got: "Sûriye bê şert û merc ji Tirkiyeyê daxwaz dike ku ji nav axa wan vekişe."

Hammude Sabah di berdewamiya axaftina xwe de got: "Operasyona Tirkiye ya Idlîbê di hevdîtinên aştî yên Astanayê de jî hat nirxandin. Operasyon ihlala hiqûqa navneteweyî ye."

Berî vê daxuyaniya berddevkê Parlamentoya Sûriyeyê berpirsekî hikûmetê jî daxwaz kiribû ku divê Tirkiye bê şert û derhal ji nav xaka Sûriyeyê vekişe.

 

 

Bi heman mijarî:

Erdogan: Artêşa me ligel ASAyê dest bi operasyona Idlîbê kir
Artêşa Tirk: Me li Idlîbê dest bi avakirina noqteyên çavdêriyê kir
'Armanca operasyona Idlîbê Efrîn û Minbîc e'
Artêşa Tirkiyeyê ji bo întîkala Idlîbê xebatên xwe didomîne
'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
Etîketan:
Operasyona artêşa Tirkiyeyê ya Idlîbê, Berdevkê Parlamentoya Sûriyeyê, Hammude Sabah, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de