17:49 20 Çile 2018
Zindî
    Reqa

    Hevpeymaniyê rizgarkirina Reqayê piştrast nekir

    © AFP 2018/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Fermandarê Amerîkî Ryan Dillon, ragihand, digel ku di nav 24 demjimêrên dawî de 100 cîhadî terka bajêr kirine jî dê heta çend rojan pevçûn berdewam bikin.

    HSD / Reqa
    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Dillon got, "Em bendewarin ku li rojên pêş pevçûnên dijwar biqewimin û em nikarin bibêjin, bê DAIŞê kengî bi temamî têk diçe."

    Herwiha hêzên Kurd ên beşdarî operasyona Reqayê dibin jî ev agahî piştrast kirin û Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Reutersê re da xuyakirin,"Li Reqayê pevçûn didomin. DAIŞ li ber têkçûnê ye. Dê bajêr îro sibe were rizgarkirin."

    Beriya niha jî televizyona Al Arabiya ragihandibû ku Reqa bi temamî ji DAIŞê hatiye paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ebû Azraîl’: Hin fermandarên Heşdî Şebî li dijî xwînrijandina Kurdan derketin
    Serokwezîrê Tirkiyê: Ev gel ti carî destûra avakarina dewletê nade
    Rûsya: Helwesta Tirkiyê ne dostane ye
    Naveroka nameya Tillerson ya bo Barzanî hat eşkerekirin: Dibe ku referandûmê nas bikin!
    Li gor CNNê, di mudaxaleya hilbijartinên DYAyê de Pokemonan alîkarîya Rûsyayê kirîye
    'Reqa bi tevahî hat rizgarkirin’
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de