19:40 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sûriye

    Heta niha ji sedî 92 axa Sûriyeyê ji DAIŞê hat paqijkirin

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Rojnameya Stêrka Sor a Wezareta Parastin a Rûsyayê înfografîkek parve kir û ragihand ku heta niha ji sedî 92 axa Sûriyeyê ji DAIŞê hatiye paqijkirin.

    Li gorî înfografîka rojnameyê, heta niha ji sedî 92 axa Sûriyeyê ji rêxistinên terorîst hatiye paqijkirin, tenê di hefteya dawî de balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Rûsyayê 517 sortî kirine û hezar û 260 hedefên DAIŞê hatine îmhakirin.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di îlona sala borî de jî gotibû ji sedî 87ê xaka Sûriyeyê ji DAIŞê hat paqijkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hatibû gotin ku hêzên rûsî li ser daxwaza hikûmeta fermî ya Sûriyeyê û bi dîrektîfa Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn çûne, di encama 30 hezar sortî de 96 hezar hedef, 8 hezar û 332 baregehên navendî, hezar kampên perwerdeyê û 6 hezar 769 depoyên cebilxane û sotemeniyê hatin îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Sûriye bibe Konfederasyon dê pirsgirêkên welat çareser bibin’
    Sûriye: Kurdên Sûriyeyê reqabetê bi artêşê re dikin ku deverên petrolê kontrol bikin
    Pûtîn bi Konseya Ewlehiyê re Sûriye gotûbêj kir
    Erdogan û Macron li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê: Tirkiyeyê hişt pirsa kurdan li Sûriye û Iraqê derkeve pêş
    Sûriye: Yekîtiya axa me were binpêkirin, mafê xwe yê bersivdayînê dê parastî bihêlin
    Etîketan:
    DAIŞ, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de