09:27 25 Hezîran 2018
YPG

Şerê bajêr xurt bû: 22 kuştî

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 50

Operasona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şerê çend seetên dawî de 22 milîtanên terorîst hatin kuştin.

Operasona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di şerê çend seetên dawî de 22 milîtanên terorîst ên DAIŞê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin kuştin û 31 sivîl ji qada şer hatin rizgarkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li navenda bajar şer bê navber berdewam dike. Li derdora nexweşxaneya Wetenî û çerxerêya Neîm de bi dijwarî şer didome. Di şer û pevçûnan de 22 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin, hejmarek mezin terorîst jî birîndar bûn û nava rojê li taxa Nehda û Berîdê 20 milîtanan xwe teslîmî şervanan kir.

Herwiha operasyona rizgarkirina sivîlan jî berdewam dike. Ekîbên taybet ên rizgarkirina sivîlan ji taxên navenda bajêr 31 sivîlên din jî rizgar kirin û di şerê ku li van deran qewimî de 2 şervan jiyana xwe ji dest dan.

Bi heman mijarî:

YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
Etîketan:
Operrasyona Reqqayê, DAIŞ, YPG, Reqqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de