05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Kampa koçber a Rukbanê

    Li Sûriyê 3 êrîşên bombeyî: Bi dehan sivîlan can da

    © AP Photo/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 5201

    Di navbera Hesekê û Dêrezorê de, bi wesayîtên bombebarkirî 3 êrîş bi ser sivîlên ji şer reviyane de hatin kirin û tê ragihandin ku di êrîşan de bêhtirî 50 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    Hat ragihandin ku li Hesekê di encama 3 êrîşên bombeyî yên bi ser sivîlên ji Dêreazorê direviyan de, bêhtirî 50 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Li gor nûçeya Reutersê, Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku êrîş li Ebu Fas a li sînorê Dêrezor û Hesekê pêk hatine û bêhtirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    SOHRê herwiha ragihand, di êrîşan de, hin koçberên ku ji Dêrezorê revîyane û hin hêzên ewlekarîyê yê asayîşa Kurdan di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

    Li gor hin jêderên herêmî, êrîş ji aliyê DAIŞê ve li ser rêya Xurafiyê ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de, bi wesayîtên bombebarkirî hatine kirin û ji bilî kuştiyan, bi dehan kes jî birîndar bûne.

    Li gor zanyariyan birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhastin û metirsî heye hejmara kuştiyan zêde bibe.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyê derbasî Idlibê bû
    Ewropayê biryara jenosîd nasîna kiryarên DAIŞê bi fermî qebûl kir
    Rûsya: Vekişîna Amerîkayê ji UNESCOyê em xemgîn kirin
    Kargeha cebilxaneya DAIŞê hat ruxandin
    Piştî Amerîkayê Îsraîl jî ji UNESCOyê vedikişe
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de