17:37 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Şerveaneke kurd ya YPGê

    BBCyê fermandara HSDê xist nav projeya 100 jinên 2017an

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 41851

    Kanala BBCyê di çarçoveya projeya xwe ya "100 jin 2017"ê ku vê hefteyê behsa 100 jinî û serkeftinên wan dike de vîdyoyek li ser fermandara HSDê Rojda Felatê weşand.

    BBCyê vîdyoya xwe bi sernavê "Jina ku bi sedan DAIŞî kuştin" dest pê dike û wiha dewam dike: "Rojda Felat operasyona Xezeba Firatê ya li Reqayê bi rê ve dibe. Bi hezaran şervanên kurd, ereb û suryanî di vê operasyonê de beşdar in"

    Felatê di vîdyoyê de behsa sedema beşdarbûna xwe di operasyonê de dike û wiha dibêje: "Sedema ku hişt ez fermandariya vê operasyonê bikim, rizgarkirina jinên şingalî û gelek jinên din ên di destê DAIŞê de ne."

    Herwiha fermandara kurd destnîşan dike ku li eniyê şerî li pêş cih girtiye û hîn jî wiha ye.

    Felatê behsa bandora çek û topan li ser şervanan dike bê çawa bi demê re xwe ji tirsa xwe xelas dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Senatorê amerîkî: Kurdistan ji bo azadî û rûmeta însaniyetê tekoşîn kir
    Generalê Amerîkî: Kurdistan ji bo Tirkiyê û welatên din ne gef e
    Kurdistan li dijî peymana Bexda û Tehranê derket: Dê encamên xirab derxe holê
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Swêd: Ya baş em bihêlin bila Kurdistan û Iraq rêya xwe ji hev cuda bikin
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    ‘Dê Kurdistan dewleta hemû Kurdistaniyan be'
    Etîketan:
    şingal, Rojda Felat, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de