09:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Şervanên HSDê-Reqa

    'Piraniya milîtanên DAIŞê yên li Reqayê mane biyanî ne'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2210

    Operasyona Reqaya ku DAIŞê ji xwe wek paytext ragihandibû û bi pêşengiya DYAyê û HSDya ku YPG hêza wê ya sereke ye ber bi dawî ve tê. Fermandara HSDê Roj Kobanî ji Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku 95% ji bajarî ji DAIŞê paqij bûye û heta niha bi piranî milîtanên biyanî li bajarî mane."

    Hikmet Durgun

    Şer û pevçûnên di navbera HSDya ku YPGê serkêşiya wê dike û DAIŞê de  li bajarê Reqayê yê ku DAIŞê sala 2014an dest danîbû ser û ji xwe re wek paytext ragihandibû ber bi dawî ve tên. Fermandareke HSDê ji eniya şerî bi navê Roj Kobanî agahî dan Spûtnîkê û destnîşan kir ku 95% ji bajarî ji DAIŞê paqij bûye û gelek hewl tên dayîn ku sivîl ji bajarî werin derxistin.

    "MILÎTANÊN BI ESIL REQAWÎ DIXWAZIN TESLÎM BIBIN"

    Fermandara HSDê ya Reqayê Roj Kobaniyê diyar kir ku ew beşê 5% yê bajarî ku DAIŞ jê nehatiye paqijkirin, sivîl lê hene.

    "Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Reqayê mane gelekî hindik in. Piraniya yên li bajarî mane, şervanên biyanî ne. Hejmara DAIŞiyên reqayî kêm e. Ew jî dixwazin xwe teslîm bikin. Rêxistin li Reqayê tenê li çend calan maye. Ji ber sivîl li wan xalan hene, em bi baldarî tevdigerin. Operasyon ji ber sivîlan giran bi rê ve diçe."

    Kobaniyê diyar kir ku DAIŞiyên li nava bajarî mane, sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û cil û bergên xwe diguherînin û wiha pê de çû:

    "Rêxistin rê nade sivîlan ji bajarî derkevin û wan dike mertalên zindî. DAIŞ carinan riya xwe kur dike û xwe di nav sivîlan de vedişêre. Carinan xwe dixe nav sivîlan û xwe diteqîne. Hinekan ji wan xwest xwe bixin nav hêzên me daku xwe biteqînin lê berî ku bigi,hêjin qadê, hatin bêbandorkirin. Heta niha me bi hezaran sivîl rizgar kirin. Em sivîlan dibin herêmên ewle."

    WELATIYÊN ÇEÇENISTAN Û TIRKIYEYÊ DI NAV MITÎLTANÊN DÎLGIRTÎ DE HENE'

    Herwiha fermandara HSDê diyar kir ku hêza DAIŞê şkestiye û wiha pê de çû:

    "Derbeyên giran li rêxistinê dikevin. Hêzên me derbeyên giran li DAIŞê xistin. Em rêxistinê ji wî bajarê ku ji xwe re paytext ragihandibû paqij dikin. Em ji berxwedana Kobaniyê hatin vir. Em rijd in ku ji bo gelê Kobaniyê, êzidiyan û ji bo tevahiya miorvahiyê DAIŞê ji nav bibin. Li dinyayê piştî Mûsilê, mezintirîn navenda DAIŞê Reqa bû. Wek hûn dibînin li ber bidawîbûnê ye. DAIŞ bi nîşangiran, navgînên bombebarkirî û êrîşên xwekuj di ber xwe de dide. Lê hêza DAIŞê ya êrîşkirina hat şkandin. Me gelek milîtanên DAIŞê di pevçûnan de sax girtin. Di nav wan kesên me girtine de, welatiyên Çeçenistan, Iraq, Ewropa, Tirkiye, Fransa û Tûnisê hene."

    Bi heman mijarî:

    Helîkoptera Skorsky bi sedemeke ne diyar ket
    Moskow: Moşekên THAADê ku Amerîkayê li Korey Başûr bi cih kirine Rûsya û Çînê hedef digre
    Di şerê li goristana bajêr de 2 wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin: 17 kuştî
    Li gorî anketan rayên AKPê daketine derdora ji sedî 34an
    Tirkiye tanq şandin ser sînorê Herêma Kurdistanê
    Rûsya: Alên me yên li San Franciscoyê çirandin
    Hêzên Pêşmerge: Em ê Kurdistanê bikin goristana dijminan
    Etîketan:
    kurd, êzidî, DAIŞ bu 2 perçe û yek ji wan li Telaferê serxwebûna xwe ragihand, HSD, DAIŞ, Roj Kobanî, Reqa, Tûnis, Sûriye, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de