18:19 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Abdulazîz Yûnis

    HSD: Heta 2-3 rojan Reqa bi temamî paqij dibe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10210

    Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk Abdulazîz Yunus ji Spûtnîkê re ragihand, heta 2-3 rojan bajarê Reqayê bi temamî ji DAIŞê dê were paqijkirin.

    Hikmet Durgun

    Abdulazîz Yunus derbarê rewşa dawî ya şer li Reqayê de, ji Spûtnîkê re da xuyakirin, ‘Li Reqayê DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe. Heta çend rojan dê bajar bi temamî ji DAIŞê bê paqijkirin. Heta du sê rojan dê bajar paqij bibe."

    ‘DAIŞ SIVÎLAN DIKE MERTALÊN ZINDÎ'

    Berpirsê HSDê da zanîn ku wan dikarî zû de kontrola Reqayê bi dest bixin, lê ji ber hebûna sivîlan operasyon domdirêj bûye û wiha axivî, "Gelek sivîl hebûn. DAIŞê ew wekî mertalên zindî bikar tanîn. HSD sivîlan hêdî hêdî ji bajêr derdixe. Ger sivîlên mayî jî bên derxistin, dê Reqa bê paqijkirin."

    ‘EM DÊ MIZGINÎYA REQAYÊ BIDIN HEMÛ MIROVAHIYÊ'

    Yunus destnîşan kir, ‘Ji ber têkçûna li Reqayê moralên milîtanên DAIŞê jî têk çûye. Em dê li nêzîk mizgîniya rizgarkirina Reqayê bidin hemû mirovahiyê. DAIŞ her li ku dera Sûriyê hebe, em dê rêxistinê ji wir paqij bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê êrîşa cafeyê: 7 kesan can da, 8 kes jî birîndar bûn
    Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Li Kerkûkê ti tevgereke leşkerî li ser erdê nîne
    Piştî krîza vîzayê yekem danûstandina Amerîka û Tirkiyê
    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Pûtîn: Dê bi welatên DCSê re veguhastina agahiyên dijî terorê berdewam be
    Hikûmeta Kurdistanê: Ebadî bi piştgiriya Kurdan hat, bila sozên xwe bicih bîne
    ‘Sûriye bibe Konfederasyon dê pirsgirêkên welat çareser bibin’
    Asayîşa Kurdistanê daxuyanî da: Hêzên Iraqî amadekariya êrîşê dikin
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de