20:44 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim

    Salih Muslim: Em dixwazin têkiliyên me bi Rûsyayê re baş bin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 80

    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim û Hevseroka Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Îlham Ehmed, ji Spûtnîkê re axivîn û daxwaza piştgirîyê ji Rûsyayê kirin.

    Hikmet Durgun

    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim diyar kir ku têkiliyên wan bi Rûsyayê re hene. Herwiha Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmedê destnîşan kir ku têkiliyên wan bi Rûsyayê re hene û giringiyê didin hevdîtînên xwe yên li gel Rûsyayê.

    Rayedarên PYD û Meclisa Sûriyeya Demokratîk derbarê têkiliyên xwe û Rûsyayê de ji Spûtnîkê re axivîn.
    Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim li mala xwe ya li Kobaniyê bi Spûtnîkê re axivî û got, têkiliyên wan bi Rûsyayê re baş in. Muslim li ser bombebarankirina DAIŞ û rêxistinên din ên terorê li Sûriyeyê ji aliyê Rûsyayê ve jî axivî û teqez kir ku di li dijî terorê de, gelekî nêzîkî Rûsyayê ne.

    Hevserokê Berê yê PYDê Salih Muslim
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Hevserokê Berê yê PYDê Salih Muslim

    "HETA NIHA ME TENÊ PROJEYA XWE DANIYE"

    Msulim wiha dewam kir: "Têkiliyên me bi Rûsyayê re hene. Nûnerîtiya me li Moskowê heye. Berjewndiyên Rûsyayê li Sûriyeyê hene. Eşkere ye. Berjewndiyên DYAyê li Sûriyeyê hene lê her kes nizane. Ne eşkere ye. Enex sedema hebûna Rûsyayê li Sûriye û Rojhilata Navîn diyar e. Li ber çavan e ku li gel rejîmê ne. Ji bo parastina rejîmê hatine. Ketina Rûsyayê bo Sûriyeyê, bi rastî jî hevsengiya li Sûriyeyê guherand. Têkiliyên me bi Rûsyayê, berî ku têkeve Sûriyeyê jî hebûn. Me hîn bêtir hêvî kir ku Rûsya di kêşeya Sûriyeyê de rola xwe ya çareseriyeke demokratîk bilîze. Heta niha ev wiha ye. Têkiliyên me bi Rûsyayê re hene. Wek hûn dizanin nivîsgeha me li Rûsyayê heye. Heta niha jî gelekî bi rêzdarî nêzîkatiYê dikin. Danûnstendinê dikin. Carinan di medyayê de hinek daxuyanî tên dayîn, daxuyaniyên ne rast in. Li gorî min ew daxuyanî ne nerînên Rûsyayê yên fermî ne. Em bi rêz nêzîkî Rûsyayê dinin û ew jî bi heman awayî. Em jî wek aliyekî, çi aliyê kurdî çi hêzên li bakurê Sûriyeyê, dixwazin têkiliyên me li gel Rûsyayê baştir bin. Ew projeya ne ya federalîzma demokratîk, projeya yekîtiyê ya Rûsyayê ye. Di nerîna me de, Rûsya dikare fişarê li rejîmê bike. Bandorê lê bike. Dikare rola xwe ji bo çareseriyeke demokratîk bilîze. Goara Rûsyayê ya Cenveyê ya ku bêyî kurdan çareserî nabe, tiştekî baş e. Lê divê ev di pratîkê de jî were sepandin. Rûsya dewleteke mezin e eger em li Cenveê bixwestina, em dê heta niha ne li derveyî Cenevê bûna. Lê gotina Rûsyayê ku bêyî kurdan çareserî nabe jî, gotineke baş e. Rast jî dibêje. Li gorî fikira min. Ne tenê kurd lê hemû Hêzên li bakurê Sûriyeyê ji der ve tên hiştin. Wan li derveyî Cenevê dihêlin. Ne tenê kurdan lê ereb û beşên din jî li derveyî civînê dihêlin. Lewra jî ti çareserî pêk nehat. Ne tenê Rûsya lê hêzên navdewletî jî çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê dixwazin. Em jî dibêjin, çareserî div^eçareseriyeke siyasî be. Ev çend sal in li Sûriyeyê şer dewam dike û ji bilî wêraniyê ti tişt neanî. Hinek hêz hene, sedema wê çi be jî, her baweriya wan bi çareseriyeke siyasî nayê. Yek ji wan jî rejîm e. Di bin navê terorîrzmê de, bijarteya leşkerî wek bingeh digire. Dixwaze Sûriyeyê vegerîne rewşa berê. Eger hûn ê çareseriyeke siyasî pêk bînin, divê hûn tiştên nû bikin. Gel êdî venagere Sûriyeya berê. Sûriyeyeke despotîk qebûl nake. Pergaleke beesî û dîktator qebûl nake. Bê guman gel çareseriyeke demokratîk dixwaze. Pergaleke wiha dixwaze ku daxwazên wî tê de pêk were. Di nerîna me de ev di projeya me ya demokratîk de ye. Divê li ser vê projeyê îsrar bê kirin. Heta niha li Sûriyeyê em in ên ku projeya xwe eşkere daniye. Me bi awayekî berbiçav projeya federalîzma demokratîk danî ber çavan. Heta niha ji bilî me, ti kesî projeya xwe nedaye."

    "GELÊN SÛRIYEYÊ DEWLETA ŞERÎETÊ NAXWAZE"

    Ji aliyê din ve, Muslimî dana Rûsyayê li rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê nirxand û got: "Di mijara têkoşîna li dijî terorê, nerînên me û Rûsyayê gelekî nêzîkî hev in. Ji roja Rûsya hatiye Sûriyeyê, ne tenê DAIŞ lê El Nusra jî ji xwe re kiriye armanc. Di nerîna me de, têkoşîna li dijî DAIŞa ku dixwaze xîlafetê damezirîne û rêxistinên dixwazin dewleta şerîetê damezirîne gelekî nêzîkî hev in. Gelên Sûriyeyê van qebûl nakin. Sûriyeyên elewî, asûî û kêmarên din dewleta şerîetê naxwazin. Elewî û xirstiyan ne misilman in. Ew ê çawa ji dewleta şerîetê re bibêjin, erê."
    "XWÎNA KURD Û EREBAN GELEKÎ BI HEV RE RIJIYA"
    Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelimî de, Muslimî wiha got: " Bi min dema wê hatibû, lewra ew daxuyanî da. Di nerîna min de, ev têrê nakin. Ew kesên li gel me li dijî terorê şer dikin, tenê ji bo kurdan şer nakin. Em dixwazin kêşeyên kurdan di çareseriya Sûriyeyê de werin dîtin. Kurd beşek ji Sûriyeyê ne. Ez tenê kurdan bibînim û otonomiyê bidim wan. Ev nerîn qet nayê qebûlkirin. Li Minbic, Reqa û Tebqaye ewqasî xwîna kurdan û ereban bi hev re rijiya. Armanc federalîzma demokratîk bû. Ew kesên li gel me şer kirin, tenê ne ji bo kurdan û mafê kurdan şer kirin. Wan ji bo projeya federalîzma demokratîk şer kir. Kî daxuyaniya bide bila bide, bila wezîrê derve yê rejîmê be bila hinekî din ve, divê van rastiyan li ber çavan bigire."
    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk a li bakurê Sûriyeyê Ilham Ehmedê li bajarê Amûdê bi Spûtnîkê re axivî.

    "DANÛSTENDINÊN ME BI RÛSYAYÊ RE GELEKÎ GIRING IN"

    Ehmedê destnîşan kir ku têkiliyên wan bi Rûsyayê re baş in û wiha pê de çû: "Têkiliyên me bi Rûsyayê re hene. Bi gelek pêkhateyên ji Rûsyayê re jî têkiliyên me hene. Me xwest ku ji bo çareseriyekê li Sûriyeyê û ji bo rewş asayî be û hemû gelên Sûriyeyê bibin xwedî maf, Rûsya zêdetir alîkariyê derxîne. Bêtir piştgiriyê bike. Rewşeke wiha jî heye. Danûstendin pêk tên. Em dixwazin di civînên li gel Rûsyayê de pêk tên, çareseriyeke rasteqîn asiyasî derkeve. Nexasim ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û ji bo çêkirina destûreke nû ya rasteqin, hevdîtinên me bi Rûsyayê re gelekî giring in. Em giringiyê didin hevdîtinên bi Rûsyayê re. Ji bo peydabûna çareseriyekê li Sûriyeyê û ji bo fişar li rejîmê bibe, danûstendinên me li gel Rûsyayê gelekî giring in."

    ‘DIVÊ RÛSYA JI BO BEŞDARIYA KURDAN DI CIVÎNAN DE ISRAR BIKE'

    Herwiha Ehmedê daxuyaniyên Rûsyayê yên ku gotibû, " bê kurdan çareserî ji Cenevê dernakeve" nirxandin û wiha pê de çû:
    "Ew (Rûsya) baş dizanin ku bêyî Kurdan çareserî nabe. Kurdan li Cenevê, Astana û civînên din cî negirtin. Kurd li derveyî man. Ew dizanin ku bêyî Kurdan çareserî nabe û Kurd grubek in li Sûriyê. Yên ku herî zêde heqê wan hatiye xwarin û rûbirûyî neheqiyê bûne Kurd in. Di çareseriyê de Kurd xwedî rolekê ne û rola wan pir girîng e. Kurdana heta niha di têkoşîna dijî DAIŞê de û bi rêveberiya xweseriya demokratîk di parastina sînoran de û parastina li dijî çeteyan de roleke girîng lîstin. Niha giraniyeke mezin a Kurdan di warê siyasî û warên din de heye. Dê bê Kurdan ti çareseriyek bi ser nekeve. Dê ev jî rê li ber krîzên nû veke. Gelekî şaş e ku daxuyaniyên derheqê Kurdan de tenê wek daxuyanî dimînin. Divê di pratîkê de jî werin îsbatkirin. Divê gav bên avêtin. Divê bi rastî Kurd bibin muxatab. Divê ew bi xwe (Rûsya) Kurdan vexwînin wan civînan. Divê vexwendname ji kurdan re bên şandin. Divê bêjin ku pêwîst e hûn Kurd jî di civînê de amade bin. Bêyî vê ti tiştek nayê qebûlkirin. Divê ew ji bo beşdariya Kurdan di wan civînan de israr bikin. Divê israr bikin ku Kurd beşdarî civînên çareserkirina krîza Sûriyê bibin."

    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

    Ehmed operasyonên balafirên Rûsî yên bi ser DAIŞ û El Nûsrayê de li Sûriyê bi awayekî meşrû nirxand û daxwaz kir, heta terorîst werin tunekirin bombardimanên xwe bidomînin.
    Ehmed herwiha îdia kir ku di bombardimanan de gelek sivîl hatine kuştin û mirina sivîlan jî bûye setam trajediyê.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê li ser krîza navbera Tirkiye û Amerîkayê daxuyanî da
    Partiya Skoçî ragihand: Dê referandûmeke din bê kirin
    PDKê biryara ji bo veger û nevegera xwe yê parlamentoya Iraqê da
    ‘Dê serokên Tirkiyê û Îranê li Bexdayê referandûma Kurdistanê nîqaş bikin'
    'Îsraîl nîvê petrola Kurdistanê dikire'
    Yo dixwaze bibe zavayê kurdan
    Balyozê Iraqî yê li Rûsyayê: Bexda li dijî Kurdistanê ambargoyê pêk nayine
    'Herin dewleta xwe, ne Mesûd û ne referandûma wî, bi kêrî we nayê'
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de