07:54 18 Kanûn 2017
Zindî
    Kamp-penaber

    ‘Bi vîdeoyên serjêkirinê mêrê min xapandin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şerê di navbera şervanên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk te û milîtanên DAIŞê yê li bajarê Reqayê ya Suriyeyê dewam dike. Divê maweyê de terorîstên DAIŞê yên ku li bajêr asê mane, tevî malbatên xwe teslîmê HSDê dibin. Ajansa Sputnikê li bajarê Eyn Îsa bi malbatên DAIŞê re hevdîtin pêk anî.

    Hikmet Durgun

    Hevsera terorîstekî DAIŞî ya bi navê Meyr Hisme ku li kampa penaberên li Eyn Îsayê dimîne ji Sputnikê re ragihand ku dema dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe mecbur maye li Reqayê bi DAIŞîyek re bizewice û got: "Dema min dikir ez biçim Tirkiyeyê di Reqayê re derbas dibûm û ji bo ku mecbûr mam li Reqayê bi DAIŞîyek re zewicîm. Hevserê min ji bo ku beşdarî DAIŞê bibû, ew ji hemwelatîbûna Fransayê derxistin. Niha tenê hemwelatiyê Fasê ye. Wî bişînin wir, dê li wir jî wî bigrin. Hevserê min ji ber DAIŞê gelekî poşman e. Em perîşan bûn."

    KESÊN CIHÊ WAN TINE NE LI KAMPAN TÊN BICIHKIRIN

    Teroeîstên rêxistina DAIŞê di şerê li bajarê Reqa û Dera Zorê ku dikevin bakurê Suriyeyê de gelek windahî didin û dimrin. Herwiha gelekên wan jî tevî malbatên xwe teslîmî HSDê dibin. Terorîstên DAIŞê ku teslîmbûne ji aliyê HSDê vê têne girtin, heke hevserên wan ti sûcekî nekiribin têne berdan. Malbatên DAIŞê ku cihekî wan tunebe, li kampa penaberan ya li Eyn Îsa têne bicîkirin û pêdiviyên wan têne çareser kirin.

    Ajansa Sputnikê li kampa penaberan ya li Eyn Îsayê bi malbatên DAIŞîyên ku teslîmê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk te, re hevpeyvîn pêk anî.

    ‘DAIŞîyan XWE WEK QAÇAXKAR DIDAN NÎŞANDAN'

    Hate ragihandin ku li kampê 18 malbat dimînin. Di nav malbatan de hemwelatiyê Tirkiye, Fransa, Brîtanya, Tunus û Misirê jî hene. Hevsera DAIŞiyê bi navê Bilal Bin Muxdat ku hemwelatiyê Fransaya û bi eslê xwe ji Fasê ye, Meyr Hisme tiştên ku jiyîne weha tîne ziman: "Ez li Şamê rûdiniştim. Hevserê min ê ewil endamê Artêşa Azad a Suriyê (ASA) bû. Di encama êrîşên balafirên Suriyê de mir. Dê û bavê min di destpêka şerê li Suriyeyê de reviyabûn Tirkiye yê. Dema hevserê min mir dê û bavê min, ji min re pere şandin û bi rêya Reqayê ve xwestin ez werim Tirkiyeyê. Ji bo biçim Tirkiyeyê çûme Reqayê. Li wê derê hevaleka min got heya tu biçî Tirkiyeyê tu dikarî li mala min bimînî. Ji ber ku min bi rewşa Reqayê zêde nizanîbû, ez jî li Reqayê mam. Ji bo derbasî Tirkiyeyê bibim ez ê biçûma Tel Abyadê. Di rê de DAIŞiyan ez sekinandim. Ji min re gotin jinek bi tena serê xwe nikare bigere. Gotin Trikiye kafir e û tu nikarî biçî wir. Dema destûr nedan ez jî ji mecbûrî li Reqayê mam û min xaniyek kirê kir. Li dereke nêzî xaniyê xwe min cîranê xwe nas kir. Navê wî Bilal bin Alî Muxdat bû, li Reqayê di nav DAIŞê de nasnavê Ebû Omer bi kar dianî. Ji Fasê bû lê hemwelatiyê Fransa bû. Ji min re got ku berê ez DAIŞî bûm lê min dev jê berdaye. Got bi min re bizewice em ê biçin Fas ê. Ji ber ku ez jî bi tenê bûm ez mecbûr mam pê re bizewicim. Min û hevserê xwe, me dixwest em bazdin Fas ê lê qeçaxkaran 10 hezar dolar ji me xwestin. Ji ber ku pereyên me tunebûn me nekarî bû. Paşê jî zarokekî me çêbû û me nekarî biçin. Paşê ez fêr bûm ku yên dixwest me bibin ne qeçaxkarin, DAIŞî ne. Heke me ji Reqayê bazdaya DAIŞiyan ku wekî qeçaxkaran xwe nîşan dane dê em serjêkirana."

    ‘VÎDYOYÊN SERJÊKIRINÊ JI ME RE DIŞANDIN'

    Meyr Hisme wiha pê de çû: "Hevserê min ji ber ku ji wan veqetiyabû, dixwestin dîsa vegere nav wan. Pismamê hevserê min di nav DAIŞê de bû. Vîdeoyên serjêkirina mirovan ji hevserê min re dişandin. Ji bo ku hevserê min bixe nav DAIŞê gelekî hewl dan. Wî hevserê min xistibû nav DAIŞê. Ji hevserê min re digot, "were li vir dewleta Îslamê heye." Hevserê min bi xapandina wî beşdarî li DAIŞê kiribû.

    Hevserê min ji min re got, "pîlotê Urdunî me şewitand lê ez gelekî poşman im. Got mirov, mirovî naşewitîne. Tenê Xwedayê mezin dikare mirov bişewitîne."

    ‘DEMA HSD HAT ME DERFETA REVÊ DÎT'

    Hevsera yê DAIŞî weha pêde çû: "Piştî vê bûyerê ji rêxistinê gelekî sar bibû. Piştî şewitandina pîlotê Urdunî ji berdevkê DAIŞê re nameyek şand û xwest ku ji rêxistinê veqete û pasaporta xwe ji wî xwest. Lê berdevkê DAIŞê Adnanî qebûl nekir û got tu dikarî ji rêxistinê veqetî lê tu nikarî ji axên dewleta Islamê veqetî. Destûr neda ku ji Reqayê derkeve. Me nikaribû ji Reqayê derkevin, lê dema HSDê hate Reqayê ji bo bazdanê mefera me çêbû. Wê çaxê keçeke me çêbû. Dema HSD nêzîkî Reqayê bû em jî reviyan gundê Cezre ji bo em nêzî HSDê bibin û xwe teslîm bikin. Mirovan digotin biçin xwe teslîm bikin heke hevserê te veqetiyabe tiştekî bi we nakin. Em jî li gotinên wan ewle bûn û me alên sipî hildan û em çûne qada kontrola hewayî a Havulê û em teslîmî HSDê bûn. hêzên HSD em birin Kobaniyê. Em li wir 3 rojan man. Malbatên DAIŞiyên Kafkasî û Malezyayî jî hebûn. Li wê derê em wekî jin û zarokan veqetandin. "

    Bi heman mijarî:

    Fermandera HSDê dema kontrolkirina Reqayê ragihand
    Rojnameger û derhênerê belgefîlman ê YPGyî li Reqayê jiyana xwe ji dest da
    'Piraniya Reqayê hat kontrolkirin û DAIŞî xwe dikujin'
    HSDê 80% ji Reqayê rizgar kir
    HSD: Dîroka kontrolkirina Reqayê ragihand
    Etîketan:
    DAIŞ, Sputnik, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de