22:37 18 Hezîran 2018
Dêra Zor

Rûsyayê li Dêra Zorê li navenda DAIŞê xist: 34 milîtan hatin kuştin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Hewayî yên Rûsî li bajarê Dêra Zorê li navenda fermandariyê ya DAIŞê xist. Hat daxuyandin ku di encamê de 34 milîtanên DAIŞê hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Bergirî yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku Hêzên Hewayî yên Rûsî li parêzgeha Dêra Zorê li navenda fermandariyê ya DAIŞê xist û di encamê de 34 milîtanên ku ji aliyê rojavayê Iraqê ketin Sûriyeyê hatin kuştin.

DI 24 SAETÊN DAWIYÊ DE 182 ÊRÎŞÊN HEWAYÎ HATIN PÊKANÎN

Konaşenkov got, "Di 10ê Cotmehê de balafirên şer ên Rûsî operasyonên xwe yên li dijî milîtanên DAIŞê yên ku ji aliyê rojavayê Iraqê ve ketin Dêra Zorê domand. Di 24 saetên dawiyê de li dijî terorîstan 182 êrîşên hewayî hatin pêkanîn."

Konaşenkov wisa berdewamî da axaftina xwe: "Li navenda fermandariyê ya DAIŞê 3 komên ku ji bo xurtkirina rêxistinê ji rovajayê Iraqê ve hatin bûn armanc. Di bûyerê de 34 milîtan, 5 wesayitên bi çeken kalîbreya bilind barkirî û 2 wesayitên tijî muhîmat hatin îmhakirin."

Konaşenkov di axaftina xwe de ragihand ku li Mayadînê jî li hemberî hedefên DAIŞê hatin êrîş hatin lidarxistin û di encama wan êrîşan de jî 70 milîtan hatin kuştin.

Konaşenkov eşkere kir ku ew hedef ji aliyê Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) hatiye tespîtkirin û piraniya milîtanên ku hatine kuştin ji welatên girêdayî Cıvata Dewletên Serbixwe û Cezayîrê ne.

Bi heman mijarî:

Li Sûriyeyê balafireke şer ya Rûsyayê ket
Yildirim: Em dê li Idlibê bi Rûsyayê re bixebitin
Erebîstana Siûdî: Bi Rûsyayê re em ê têkiliyên xwe xurt bikin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bû 65 salî
Li Rûsyayê trenek û otobûsek li hev qelibîn: 19 mirî
Rûsya: Noqavên Rûsyayê ji Deryaya Spî li DAIŞê xist
Dvorkoviçî pêşnûmaya Wezareta Çandiniyê ya Rûsyayê eşkere kir
Etîketan:
kuştin, milîtan, DAIŞ, Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Dêra Zorê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de