03:33 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mistefa Bali

    Berpirsê HSDê: Piştî ku sivîlên dawiyê ji Reqqayê derketin em ê bajêr rizgar bikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Li bajarê Reqqayê yê Sûriyeyê di navbera hêzên HSDê û DAIŞê de şerê giran diqewimin. Berpirsê HSDê Mustafa Balî rewşa dawi ji bo Sputnikê nirxand. Bali, ragihand ku li 3 noqeyên Reqqayê hêzên DAIŞê mane û piştî ku ew sivîl jî ji bajêr derketin ew dê operasyona dawî bikin û di nava çend rojekî de dê bajêr bi tevahî ji destê DAIŞê rizgar bikin.

    Hikmet Durgun

    HSD
    © AP Photo/ Syrian Democratic Forces
    Berpirsê Çapemeniyê yê HSDê Mustafa Balî, derbarê rewşa dawî ya li Reqqayê ji ajansa Sputnikê re ragihand û got, "Operasyona ku li Reqqayê niha didome, operasyona me ya dawî ye. Ev operasyona pêngava dawî ya rizgarkirinê ye. Operasyon hinekî zehmet dimeşe, sedema vê yekê jî ew e ku nexweşên li Nexweşxaneya Wetenî di destê DAIŞê de ne. Derbarê hejmara sivîlên li bajêr em xwedî agahiyên pişterast nîn in. Hêzên me li derdora cihên DAIŞiyan bi cih bûne û di rewşa amadebaşiyê de ne. Ji bona ku sivîl ji bajêr derkevin em dê hewil bidin korîdorekê vekin. Hun jî dibînin roj bi roj bajar vala dibe lê hê jî derbarê hejmara sivîlên bajêr em xwedî agahiyên zelal nîn in. Em di mijara sivîlan de xwedan hesasiyet in. Malûm e DAIŞ sivîlan wekî mertalên zindî bikar tîne, ya na em bizanibin ku li Reqqayê sivîl nemane dê hêzên me opersayonê bikin û di nava çend rojan de Reqqayê bi tevahî rizgar bikin. Ji ber ku em di mijara sivîlan de hessas in û em naxwazin zirar bigihîje sivîlan, operasyon û rizgarkirina bajêr dereng ket."

    Berdevkê HSDê Balî, bal kişand ser wê yekê ku li Reqqayê di destê DAIŞê de bi tenê 3 herêm mane û wiha berdewam kir, "DAIŞ li Reqqayê bi tenê li Nexweşxaneya Wetenî, sehaya futbolê û Parka 7ê Nîsanê maye. Yanî ji % 80yê bajêr hatiye rizgar kirin. Di beşên din de jî hêzên me hene û li wan herêman jî şer didome. DAIŞ hatiye dorpêç kirin û wekî berê nikare li ber xwe bide. DAIŞ dixwaze bi kanasan pêvajoya şer dirêj bike. Çend roj berê hewl da ku dorpêçê bişkîne lê negiha armanca xwe. Bi tenê hin gundên li rojhilatê Reqqayê û taxa Meşlebê bidest xistin. DAIŞ bi kanasan û nîşangiran dixwaze şer berdewam bike lê ji ber dorpêçkiriye bêmoral e, lewra bajarê ku wekî paytext dibînin ha wext e ji destê wan biçe."

    Bi heman mijarî:

    HSD: Dîroka kontrolkirina Reqayê ragihand
    HSD: Me sedî 70ê bajêr kontrol kir
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD: Em ji PKKê cuda ne
    Etîketan:
    Operasyona Reqayê, Daiş, HSD, Mistefa Balî, Kurdista, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de