18:03 13 Kanûn 2017
Zindî
    Su-24m

    Li Sûriyeyê balafireke şer ya Rûsyayê ket

    © Sputnik/ Igor Zarembo
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku li nêzîkî bajarê Lazqiye yê Sûriyeyê, balafireke şer ya Su-24 ya Rûsyayê di dema firîna xwe ya li baregeha hewayî ya Hmeymîmê de ketiye û di encamê de hemû personelên balafirê jiyana xwe ji dest daye.

    Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsî de hat destnîşankirin ku îro li baregeha hewayî ya Hmeymîmê balafireke S-24an gava ku dê firîna xwe temam bikira derket derveyî pîstê û di dema bûyerê de ji ber ku pîlotên balafirê dem nedît ku xwe ji balafirê biavêjin, jiyana xwe ji dest da.

    LI SER ÎHTIMALA PIRSGIRÊKE TEKNÎKÎ TÊ RAWESTANDIN
    Li gorî rayedarên wezaretê dibe ku balafir ji ber pirsgirêke teknîkî ketibe û li ser vê îhtimalê tê rawestandin.

    Di daxuyaniyê de di derbarê hejmara pîlotên jiyana xwe ji dest daye de tu agahî nehatin dayîn lê di balafirên Su-24an de bi gelemperî 2 pîlot cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Em dê li Idlibê bi Rûsyayê re bixebitin
    Erebîstana Siûdî: Bi Rûsyayê re em ê têkiliyên xwe xurt bikin
    Li Rûsyayê trenek û otobûsek li hev qelibîn: 19 mirî
    Rûsya: Noqavên Rûsyayê ji Deryaya Spî li DAIŞê xist
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bû 65 salî
    Etîketan:
    ketin, balafira şer ya Su-24ê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de