08:02 18 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    2 baskên operasyona Bagera Cizîrê gihîştin hev: Kuştî hene

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Operasyona Bagera Cizîrê ya herêma Dêra Zorê bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Baskê şervanên YPGê yên Cezrat û Ebû Xeşeb gihîştin hev.

    Operasyona Bagera Cizîrê ya herêma Dêra Zorê ku 9ê Îlonê dest pê kiribû bi hemû hêz û dijwariya xwe didome û şervan bi pêş ve diçin. Baskê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Cezrat û Ebû Xeşeb gihîştin hev. Şervanan 3 gundên din kontrolkirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, baskê Mergeda şervan 2 kîlometroyan ber bi rojavayê gundê Kobra ve pêş ve çûn û li vir pêşveçûna şervanan didome. Li Baskê Siwer jî şervanên YPGê ketin destpêka gundê Mewalih ya dikeve bakur-rojavayê bajaroka Siwer. Di şerê li vir de 3 terorîst hatin kuştin û termê 2 jî ketin destê şervanên YPGê.

    Herwiha şevê din şervanên baskê Ebû Xeşeb û şervanên baskê Cezrat gihiştin hev. Pêşveçûna şervanan didome.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
    YPG: Dorpêça li ser DAIŞê hêdî hêdî teng dibe
    Etîketan:
    DAIŞ, Operasyona Bagera Cizîrê, YPG, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de