22:00 11 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    Şerê navenda bajêr bi dijwarî dewam dike: 19 kuştî

    © AP Photo/ Militant website
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya hêdî hêdî ber bi dawiyê ve diçe. Di şerê çend seetên dawî de 14 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê bi hemû hêz û dijwariya hêdî hêdî ber bi dawiyê ve diçe. Milîtanên terorîst ji neçarî bi wesayîtên bombebarkirî êriş dikin. Di şerê çend seetên dawî de 14 terorîstên DAIŞî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li navenda bajêr di navbera şervanên YPGê û terorîstên DAIŞê de şer bi dijwarî berdewam dike. Li taxên Nehda, Kurdan û çerxerêya Neîm şer giran bû û DAIŞê derbeyên giran ji destê şervanan xwarin. Terorîstên ku di van taxan de tengav bûne û dor li wan hatiye girtin, bi wesayîtên bombebarkirî êrîş dikin. Li taxa Kurdan şervanan du wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan ku xwestin êrîş bikin rûxandin.

    Şerê li van taxan hetanî derengiya şeve dewam dikir. Di encamê de 14 terorîst hatin kuştin û miqdareke mezin çek û cebilxaneyên wan jî ketin destê şervanan. Herwiha di şer de 5 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Me bi rayedarên rûsî re çareseriya krîza Sûriyeyê axivî
    Şêwirmenda Serokê Sûriyeyê: Em nahêlin YPG bigihîje armancên xwe
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    YPG di nava 2 rojan de gihîşte deriyê Dêra Zorê
    Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de