08:20 22 Hezîran 2018
Beşar Esad

Esad: Em li dijî hemû hewldanên perçekirina Iraqê ne

© REUTERS /
Sûriye
Lînkê kurt
0 11

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ku em bi temamî li dijî hemû hewldanên ku desthilatiya Iraqê têxe xetereyê ne.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad piştî hevdîtina bi Serokê Komîteya Polîtîkayên Derve û Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Bilinda Îslamî ya Îranê EladÎn Borucerdî re derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Hat ragihandin ku Beşar Esad û Eladîn Borucerdî di hevdîtina xwe de mijarên tekoşîna terorê û peşveçûnên dawî yên li herêmê nirxandin. Esad û Borucerdî piştî hevdîtinê dupat kirin ku ew li dijî hemû hewldanên têkbirina desthilata Iraq û welatên herêmê ne.

Serokê Komîteya Polîtîkayên Derve yê Îranê Borucerdî ragihand ku Tehran ne tenê di tekoşîna dijterorê de we di avadankirinê de jî alîkariyên xwe ji bo Sûriyeyê bidomîne.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu derbarê hevdîtina Erdogan û Esad de daxuyanî da
Wezîrê Berevaniya Rûsyayê bi Beşar Esad re civiya
Pûtîn ji bo şkandina dorpêça Dêra Zorê Esad pîroz kir
Pûtîn: Kontrolkirina Dêra Zorê tê wateya serdestiya hikûmeta Esad
Îran: Esad xeta me ya sor
Opozîsyona Sûriyê li Riyadê dicive: Dahatuya Esad di rojevê de ye
Etîketan:
Serokê Komîteya Polîtîkayên Derve û Ewlehiya Neteweyi ya Îranê, Serokê Dewleta Sûriyeyê, Eladîn Borucerdî, Beşar Esad, Iraq, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de