03:35 14 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    Bagera Cizîrê bi tundî didome: Fermandar jî di nav de 17 kuştî

    © REUTERS/ Goran Tomasevic
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11

    Hemleya operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 27emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di pevçûnên çend seetên dawî de 17 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Hemleya operasyona Bagera Cizîrê di roja xwe ya 27emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hemû êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê şikandin û zêdetirî 10 kîlometroyan bi pêş ve çûn. Di pevçûnên çend seetên dawî de 17 DAIŞî hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li aliyê başûrê bajarokê Siwar li gundê Wesiha şevê din heya serê sibehê şerê pir dijwar di navbera şervanan û terorîstê DAIŞê de qewimî. Di encama vî şerî de 5 DAIŞî hatin kuştin. Li baskê Mergede jî şevê din heya serê sibehê şerê dijwar rûda. Di encama vî şerî de jî 8 terorîst kuştin, wesayîtek teqemenî hat desteserkirin û wesay3iteke leşkerî jî kete destê şervanan.

    Herwiha li baskê Cezrat ê nêzî gundê Til Kesra jî pevçûnên dijwar qewimîn, li wir jî yek jê fermandar 4 terorîst hatin kuştin û terme wan tevlî cebilxaneyên wan kete destê şervanên YPGê. Li herêma Til kesra jî 4 mezra hatin kontrolkirin. Li gorî agahiyan, milîtanên DAIŞê li herêma Cezratê ji bo pêşiyê li şervanên YPGê bigrin cilên sivîlan li xwe dikin.

    Bi heman mijarî:

    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî
    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê: Tirkiyeyê hişt pirsa kurdan li Sûriye û Iraqê derkeve pêş
    Sûriye: Yekîtiya axa me were binpêkirin, mafê xwe yê bersivdayînê dê parastî bihêlin
    Artêşa Sûriye û Hêza Hewayî ya rûsî li geliyê Firatê zêdetirî 800 DAIŞî kuştin
    ‘Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ji bo paşxistina referandûmê dixebitin'
    Sûriye: Amerîka û Brîtanya madeyên toksîkê bo terorîstan peyda dikin
    Etîketan:
    Operasyona Bagera Cizîrê, daiş, YPG, Dêra Zorê, SÛRIYE
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de